ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş bi koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê cih digirin re civiya.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş li Meclisê bi koordînatorên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de cih digirin re civiya.
Di civînê de Serokwekîlê Koma AKP’ê Abdulhamit Gul, Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyigit, Serokwekîlê CHP’ê Murat Emîr, Serokwekîlê Koma Yenî Yolê Bulent Kaya û Cîgirê Serokê Giştî yê MHP’ê Fetî Yildiz amade bûn.
Hat destnîşankirin ku di civînê de têkildarî civîna komîsyonê ya ku sibê tê plankirin û mijarên ku dê komîsyonê gotûbêj bike, hatiye nîqaşkirin.
