WAN - Waniyan bang kir ku biryara DMME'yê ya der barê siyasetmedarên Doza Kobanê de esas bê girtin û daxwaza berdana siyasetmedaran kirin.
Piştî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), îtiraza Tirkiyeyê ya der barê Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demirtaş ê ji sala 2026'an ve girtî ye red kir, biryara DMME'yê teqez bû.
Piştî vê biryarê li gel Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksedagê, berdana 108 kesên ji Doza Kobanê girtî bû rojev.
Welatiyên ku têkildarî mijarê axivîn, anîn ziman ku bi pêvajoya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin re divê siyasetmedar bên berdan û xwestin ku biryarên DMME'yê bên pêkanîn.
