BEDLÎS - Ji bo Agît Akgun ê HPG'î ku li Zapê jiyana xwe ji dest da, li Tetwanê şîn hat danîn.
Ji bo Agît Akgun (Sefqan Garzan) ê HPG'î ku di 20'ê Adarê de li Zapê jiyana xwe ji dest da, li gundê Xizorkîn ê navçeya Tetwan a Bedlîsê li mala malbata wî şîn hat danîn. Bi pêşengiya Komeleya Yekîtî û Çanda Piştevaniyê ya Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) bi girseyî serdana şînê hat kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li bajêr jî beşdarî serdanê bûn.
Di dema serdanê de Dayikên Aştiyê heya cihê şînê meşiyan. Serdan bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.
