WAN - Li Elbakê Hîkmet Çaprazê ku li nuqteya cendirmeyan got 10 deqîqe berê nasname hatine kontrolkirin, 5 leşkeran ew kelemçe kirin û lê dan.
Hîkmet Çapraz (47) ê ku ji navçeya Gever a Colemêrgê ji bo biçe nexweşxaneyê hat Wanê, mînîbusa ku ew tê de bû li Qereqola Albayrakê ya navçeya Elbak a Wanê hat sekinandin. Piştî ku Hîkmet Çapraz got 10 deqîqe berê nasname hatine kontrolkirin, ji wesayîtê hat daxistin û leşkeran lêxist. Çapraz ê ku ji wesayîtê hat daxistin, 5 leşkeran ew li erdê dirêj kir û bi zorê destên wî kelemçe kirin û ew birin qereqolê. Leşkeran di dema kelmeçkirinê de li Çapraz xistin.
Çaprazê ku demekê li qereqolê hat sekinandin, piştî demekê serbest hat berdan. Çapraz dê giliyê leşkeran bike. Her wiha bûyer ji aliyê welatiyan ve hat tomarkirin.
Hîkmet Çapraz got: "Randevûya me li nexweşxaneyê hebû. Ji Geverê heya Elbakê li du sê cihan nasnameyê lêgerîn kirin û nansameyê me kontrol kirin. Min jî îtiraz kir û got, 'Sed metre berê em di lêgerînê re derbas bûn.' Paşê ez ji wesayîtê daxistimç Min birin cihekî bê kamera. Xwestin xwe tazî bikim, min jî qebûl nekir. Ji ber vê li min xistin. 5 leşker ez li erdê dirêj kirim û destên min kelemçe kirin. Paşê min birin hundir. Min got, di pêvajoyeke wiha de ya tê kirin tehrîk e. Paşê ez berdam."
Çapraz got ku ew ê îro giliyê leşkeran bike.
MA / Adnan Bîlen
