Îtîraza CHP’ê ya li dijî qeyûm hate redkirin

  • rojane
  • 11:12 5 Mijdar 2025
  • |
img

STENBOL - Îtîraza CHP’ê ya li dijî biryara tayînkirina qeyûm a li rêxistina wan a Stenbolê hate redkirin. 

 
Navenda Giştî ya CHP’ê, li dijî biryara “qeyûm” a 45’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Stenbolê ji bo serokatiya partiyê ya Stenbolê dabû, îtîraz kr. Dadgeha Edliye ya Herêmê îtîraza navendê red kir. Bi vê yekê re biryar hate dayin ku şandeya qeyûm a li CHP’ê Stenbolê hatiye tayînkirin peywira xwe bidomîne. 
 
ÇI BÛBÛ?  
 
Piştî biryara “tevdîrî” ya 45’emîn Dadgeha Giştî ya Hiqûqê ya Stenbolê, şandeyeke ku Gursel Tekîn serkêşiya wê dikir, di 2’yê Îlonê de weke qeyûm li Serokatiya CHP’a Stenbolê hatibû tayînkirin.