Hevşaredarên hatin berdan: Dê têkoşîna me ya ji bo aştiyeke birûmet bidome

  • rojane
  • 10:50 5 Mijdar 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê ku piştî qeyûm tayinî şûna wan hat kirin û hatin girtin, di danişîna ewil de serbest hatin berdan. Hevşaredaran bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin ku ew ê ji bo aştiyeke birûmet têbikoşin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adara 2024'an de şaredariya navçeya Akdenîzê ya li Mêrsînê bi rêjeya ji sedî 36'ê dengan bi dest xist. Piştî tayînkirina qeyûm, Hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Aslan û Hoşyar Sariyildiz di 13'ê Çileyê de hatin binçavkirin û paşê hatin girtin. Her du hevşaredar di 31'ê Cotmehê de di danişîna ewil de hatin berdan. Hevşaredarên ku hatin berdan li ser pêkanînên qeyûm, pêkanînên neqanûnî û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn. 
 
Hevşaredar Nûriye Aslanê destnîşan kir ku polîtîkaya qeyûm ji sala 2016'an vir ve îradeya gel tune hesibandiye û got: "Akdenîz, navçeyeke pirçandî ye. Em bi îradeya kolektîf a gelê kurd, ereb û tirk hatin hilbijartin. Lêbelê, doz ewqas pûç bû ku ne hewce bû ku parastinek jî were kirin. Polîtîkaya qeyûm tê wateya nenaskirina îradeya gel. Qeyûm memûrekî tayînkirî yê dewletê ye. Ew bi pirsgirêkên gel nizanin; ew tenê li ser qoltixê rûdinin."
 
'XEBATÊN JINAN HEDEF HATIN GIRTIN'  
 
Nûriye Aslanê diyar kir ku zilm û zordariya li ser jinan li girtîgehê berdewam dike û got ku qeyûm navendên hevgirtina jinan ên li derve jî hedef girtine. Nûriye Aslanê got: "Çawa qeyûm hat tayînkirin, navenda me ya hevgirtina jinan hat girtin. Hemû qeyûm karên jinan hedef digirin. Li girtîgehan binpêkirinên mafên tenduristî û jiyanê hene, derman dereng tên dayîn û dermankirin tê paşxistin. Lêbelê, jin li hundir jî li ber xwe didin. Qeyûm ne tenê li dijî partiyekê ne; ew li dijî tevahiya civakê ne. Ger em bi hev re li dijî qeyûman li ber xwe nedin, roj bê wê sindoqên me yên dengdanê jî neminin." 
 
'FIRSENDEKE DÎROKÎ YE'  
 
Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz jî anî ziman ku destwerdana li dijî şaredariyê êrişeke siyasî li dijî îradeya gel e û bi bîr xist ku tayînkirina qeyûm beriya hilbijartinê hatibû plankirin. Sariyildiz got: "Heta berî ku pêvajoya pêşhilbijartê dest pê bike, derdorên serdest ên li Akdenîzê digotin, 'Kîjan namzetê DEM Partiyê be, qeyûm wê were tayînkirin.' Ev ne pêşbînî bû; projeyeke plansazkirî bû. Heta piştî ku di em hilbijartinê de bi ser ketin jî, wan talîmat ji saziyên walîtiyê re şandin û gotin, 'Bi Şaredariya Akdenîzê re têkilî daynin.' Piştre, di operasyonên serê sibê de em hatin binçavkirin û berî ku lêpirsîna me biqede, qeyûm tayinî şaredariya me hat kirin." Sariyildiz detsnîşan kir ku darizandin bê bingeheke qanûnî bûye û got ku hemû tohmetên li dijî wan di çarçoveya mafên destura bingehîn de bûne. Sariyildiz got: "Ev doz ne darizandineke qanûnî bû, lê operasyoneke ji bo bêrûmetkirina nûnerên hilbijartî yên gel bû. Rêbazên qeyûman ne tenê şaredariyan, di heman demê de jiyana demokratîk a gel û xelkê bajêr jî hedef digire. Polîtîkayên qeyûman destkeftiyên gel ji holê radikin û vediguherin kedxwariyeke aborî. Tiştê ku îro diqewime ne tenê li ser Şaredariya Akdenîzê ye; li ser pirsgirêka kurd a sedsalî ya Tirkiyeyê ye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derfeteke dîrokî ye ku dê deriyê jiyaneke birûmet veke. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin." 
 
Sariyildiz bilêv kir ku di dema girtîgehê de wî binpêkirinên mafên mirovan ên cidî dîtine û got ku divê girtiyên nexweş bên berdan. Sariyildiz got: "Piştî ku em hatin berdan, em ê karê xwe ji cihê mayî bidomînin. Ger pêwîst be, em ê bi xwe kolanan paqij bikin, lê em ê bajarê xwe ji bextê kesekî tayinkirî re nehêlin." 
 
MA / Mehmet Guleş - Abdulkadîr Aytan