Girtî Bîrkan: Bi destpêkirina pêvajoyê re zext zêde bûne

  • rojane
  • 10:17 5 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE - Girtî Yûsûf Bîrkan bal kişand ser binpêkirinên mafên û got: "Piştî pêvajo bi ruh û can bû, wan dest bi helwesteke neyînî kir."

 
Yûsûf Bîrkan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 a Îzmîrê tê girtin ku nameyek ji Huseyîn Aykol re şand ku di 14'ê Cotmehê de ji ber xwîn rijiya ser mejiyê wî û ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sîncanê û dermankirina wî li beşa lênêrîna awarte didome, binpêkirinên mafan ên ku ew bi wan re rû bi rû maye, vegot.
 
Bîrkan di nameya xwe de ku di 13'ê Cotmehê de ji rojnamevan Aykol re şand, Pêvajoya Civaka Demokratîk û Aştiyê nirxandiye ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye. Bîrkan di nameya xwe de ev tişt destnîşan kirine: "Her çend em dixwazin bibînin ku 'Pêvajoya Aştiyê' ya ku li welêt dest pê kiriye têkiliyeke biratiyê ya rastîn di navbera gelan de ava bike jî, lê teşkilata AKP'ê zêde hêviyê nade. Her çend ew îdîa dikin ku 'jidil' in, lê pir eşkere ye ku ew ne wisa ne. Dîsa jî, hêjayî ceribandinê ye. Ji bo rizgarkirina jiyana mirovan, xelaskirina darekê û jiyana heywanekê divê bi Erdogan re jî danûstandin bên kirin, ma ne wisa? Me di sala borî de bêyî dudilî hemû berpirsiyariyên xwe bi cih anîne. Aştî wêrekiyê dixwaze. Pragmatîst û tirsonek nikarin bi xwe re jî aştiyê bikin. Em ê di hefteyên pêş de bibînin." 
 
‘HELWEST GUHERIYE'  
 
Bîrkan bandora pêvajoya berdewam a li ser girtîgehê destnîşan kir û got: "Zindana ku ez niha tê de me, heftemîn zindan e ku wan ez tê re derbas kirime. Ew ji yên berê mirovahîtir û têgihîştîtir bûn. Her çend xebatkar di neçareserkirina pirsgirêkên îdarî de israr dikirin jî, di dawiyê de lihevkirinek dihat dîtin. Lêbelê, bi destpêkirina 'Pêvajoya Aştiyê' re helwestên wan guherîn, neyînîtir bûn. Ev carinan di gotinên personelekî û carinan jî di kiryarên kêfî yên rêveberiyê de diyar dibin. Bê guman, kesî îdîa nekir ku li dijî pêvajoyê ye, lê çavdêriyên me ne wisa ne. Yekîneyên saziyê sist bûne û rêveberî ji dêvla çareserkirinê, tercîh dike ku pirsgirêkan zêde bike. Ew biryarên dadgehê jî nas nakin." 
 
MAFÊN MIROVAN  
 
Bîrkan bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên berdewam li girtîgehê û wiha got: "Di Nîsana 2024'an de, malbata min wêneyên malbatê yên ku li ser kaxezê A4 hatibûn çapkirin ji min re şandin. Saziyê got, ew bi mezinahiya A4 in û neda. Piştî îtîrazên min, Dadgeha Cezayê Giran biryar da ku ew werin dayîn. Di encamê de, wêneyên malbata min hatin dayîn. Bi demê re yên nû hatin û min jî şandin. Pirsgirêk tune bû. Tevî biryara dadgehê jî, saziyê her wiha got ku ew ê wêneya malbatê ya dawîn ji bo min hat şandin, nede. 
 
HIQÛQÊ NAS NAKIN  
 
Mijareke din jî redkirina wan a vegerandina nameya ku biraziyê min şandibû bû. Bêyî ku naveroka nameyê çi be, wan red kir ku wê vegerînin ji ber ku ew bi destan nehatiye nivîsandin, li ser komputerê hatiye nivîsandin. Wan bêyî biryara Lijneya Îdare û Çavdêriyê ew xistin depoyê. Dema ku wan girtename ji min re ragihand, wan got ku ew xistine depoyê. Ji bo wê bêgirim, bi rojan min li ber xwe da. Lê min negirt. Hiqûqê nas nakin êdî. Dadgeha Destura Bingehîn (AYM) jî êdî qanûnê nas nake."
 
Bîrkan di nameya xwe de da zanîn ku Dadgeha Destûra Bingehîn jî piştî Dadgeriya Înfazê û Dadgeha Cezayê Giran biryarê pesend kiriye û hewl dıde ku dosyayê ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re bişîne.
 
Bîrkan her wiha diyar kir ku ji ber qedexeyên weşanê yên li girtîgehan ew nikarin xwe bigihînin Rojnameya Yenî Yaşamê.