Îsraîlê gefa êrişeke nû ya li dijî Xezeyê xwar

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa Îsraîlê, ragihand ku dê li dijî Xezeyê êrişeke nû bide destpêkirin û got gefa “bajar vala bikin” xwar. 

 
Berdevkê Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) Avichay Adraee, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal têkildarî Xezeyê peyamek parve kir û ragihand ku dê êrişeke nû bidin destpêkirin. Adraee, bang kir ku hemû kes li ser Cadeya Raşîdê derbasî herêma însanî ya li El-Mevasiyê û got: “Mayina we ya li bajar dê gelek xetere be. Hêzên Parastinê yên Îsraîlê dê li vê herêmê bi hêzeke mezin operasyonê li dar bixe.” 
 
‘DÊ HAMAS TUNE BIBE Û XEZE WÊRAN BIBE’
 
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ragihand ku duh li Xezeyê avahiyeke 30 qet bi îdiaya “hedefa terorê” bombebaran kirine. Katz, ev gef xwar: “Heke terorîstên Hamasê çekên xwe nedeynin û dîlgirtiyan bernedin hem dê ew tune bibin hem jî dê Xeze wêran bibe.” 
 
Ji Cotmeha 2023’yan heta niha ji ber êrişên Îsraîlê herî kêm 64 hezar û 522 Filîstiniyan jiyana xwe ji dest dane û 163 hezar û 96 kes jî birîndar bûne.