Karkerên Mexmûrî yên ji bo kar çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ambargoya li ser Mexmûrê didome. 10 karkerên ji bo xebatê çûbûn Bexdayê bû 15 roj binçavkirî ne. 

 
Ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê (Şehîd Rûstem Cûdî) ya li Herêma Federe ya Kurdistanê didome. 10 karkerên ji kampê ku di 24’ê Tebaxê de ji bo kar çûbûn Bexdayê, hatin binçavkirin. Li gorî nûçeya Rojnewsê; rêveberên kampê dan zanîn ku karkerên çûn Bexdayê 15 roj in binçavkirî ne.