Erdogan: Gava ku hate avêtin bibe wesîleya xêrê

  • rojane
  • 18:40 11 Tîrmeh 2025
  • |
img
ENQERE - Serokkomarê AKP’î Erdogan têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê wiha got: “Ez hêvî dikim ku di rêya ber bi armanca me ve diçe de gava girîng a îro hate avêtin bibe wesîleya xêrê.”
 
Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê li ser hesabê xwe ya X’ê peyamek da.
 
Erdogan wiha got: “Ez hêvî dikim ku gava girîng a îro hate avêtin bibe wesîleya xêrê. Di vê rêyê de ku em ji bo ewlehiya welatê xwe, aramiya gelê xwe û avakirina aştiyeke mayînde ya li herêmê me dimeşînin, Xwedê bike nesîb ku em bigihijin armancên xwe.”