Dozger hewl da tundiya polîsan a li dijî rojnameger rewa bike: Êrişkar tevdigeriya

  • rojane
  • 14:33 19 Gulan 2025
  • |
img

WAN - Rojnameger Rûken Polat di bîranîna rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê de hatibû derbkirin û binçavkirin. Dozgeriyê, ji bo giliyê Rûken Polat ê der heqê polîsan de biryara neşopandinê da. Dozgeriyê îdia kir ku polîsan “ji ber tevgera tund û êrişkar” a Rûken Polatê mudaxileya tund kirine. 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûna 2024’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi SÎHA’yên dewleta Tirk hatin qetilkirin. Rojnamegeran xwestin têkildarî qetilkirina Cîhan Bîlgînê û Nazim Daştan de li Wanê daxuyaniyê bidin. Di dema daxuyaniyê de polîsan êrişî rojnamegeran kirin û nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Polat bi îşkenceyê binçav kirin. Rûken Polatê jî der heqê polîsan de gilî kir û serlêdan bi biryara neşopandinê biencam bû. 
 
DOZGERÎ: TUNDIYA HATÎ BIKARANÎN GUNCAV BÛ 
 
Serdozgeriya Komarê ya Wanê tevî delîlên şênber ên têkildarî îşkenceyê jî biryara neşopandina dosyayê da. Di biryarê de dozgeriyê girtekên polîsan esas girt û îdia kir ku Rûken Polatê “li ber xwe daye.” Dozgeriyê, ji bo şopên derbkirinê yên di dema binçavkirinê de li ser dest û stûyê Rûken Polatê çêbûn jî îdiaya “bi mudaxileya tibbî ya biçûk dikare bên tedawîkirin” kir. Di heman biryarê de, dozgeriyê ji bo Rûken Polatê îdiaya “li dijî polîsan tund û êrişkar tevgeriyaye” kir û bi vê hincetê jî îdia kir ku “mudaxileya polîsan guncav e û bi qedeme ye.” Dozgeriyê, îdia kir ku “tu delîlên teqez û pêbawer ku polîsan sûcê tê gotin kiribe tune ne” û bi hinceta “li dijî polîsan tund û êrişkar tevgeriyaye” biryara neşopandinê da. 
 
Her wiha dozgeriyê di biryara xwe ya neşopandinê de îdia kir ku polîs beriya ku hişyar bikin dikarin tundiyê bikin. 
 
Di 20’ê Kanûna 2024’an de li Wanê bi pêşengtiya DFG û MKG’ê daxuyanî hate dayin û polîsan êrişî rojnamegeran kirin. Di êrişê de nûçegihana ajansa me Rûken Polat ji hêla herî kêm 10 polîsan ve hate derbkirin û binçavkirin. Parêzerê Rûken Polatê, Yûsûf Çakas bi sedema “Birîndarkirina biqesdî” û “Sînorê rayeya bikaranîna zorê derbas kirine” giliyê polîsan kiribû.