'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'

  • rojane
  • 09:03 29 Nîsan 2025
  • |
img

COLEMÊRG  - Ayşe Yaşar a di pevçûnê de keçek wê, kurek wê û 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane got: "Divê dewlet jî wekî aliyê kurd şefaf û li ser esasê çareseriyê be. Ji bo careke din şerekî wiha rû nede, pêwîst e her du alî jî werin Meclisê û peymanê îmze bikin."

Bandora "Banga Aştî û Civaka Dmeokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Malbatên ku xizmên wan di pevçûnê de hatin qetilkirin, piştgiriyê didin bangawaziyê. Piştî bangawaziyê PKK'ê agirbest îlan kir, lê li Herêma Kurdistana Federe êrişên hewayî û bejahî yên li dijî PKK'ê hê jî dewam dikin. Ji ber êrişan çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêbazên aştiyane zehmet dibe. Kesên xizmên xwe di pêvajoyên pevçûnî de winda kirine dixwazin êriş bên rawestandin û dewlet gavên berbiçav biavêje.
 
Yek ji kesên ku dixwaze pevçûn bi dawî bibin û dewlet gavên berbiçav biavêje Ayşe Yaşar e. Ayşe Yaşar li gundê Zerenê yê gundê Oremarê yê navçeya Gever a Colemêrgê ji dayik bûye. Di 19 saliya xwe de zewiciye û koçî Geverê kiriye. Keça Ayşe Yaşar, Sidika Yaşar, di sala 1993'yan de tevlî nava refên PKK'ê bûye û di sala 1996'an de li Xakurkê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest daye. Piştre xizmê wan Mehmet Yaşar di sala 1994'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatiye revandin û Recep Yaşar jî di heman salê de ji malê hatiye girtin û hatiye qetilkirin. Birayê Ayşe Yaşar Fettah Yaşar jî di sala 1994'an de li gundê Alekana ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin. 
 
Di sala 1996'an de dema ku zextên cerdevaniyê zêde bûn, malbata Yaşar ku Ayşe Yaşar jî di nav de ev yek qebûl nekir, koçî bajarokê Şêladizê yê Herêma Kurdistana Federe kir. Malbat di sala 1998'an de piştî ku keçên Fettah Yaşar, Çîmen, Kevser û Behîce yên 7-11 salî û zarokên xezûrê Ayşe Yaşar Huseyîn Yaşar, Giyabent û Yunus di encama teqînekê de jiyana xwe ji dest dan, vegeriya Geverê. Piştî salekê li Geverê xizmên wan Reşît Tokçu gava bazirganiya heywanan dikir, di pevçûna di navbera leşkeran û PKK'ê de li gundê Serpîl ê Oremarê jiyana xwe ji dest da. Ayşe Yaşar a jiyana xwe di rêyên koçberiyê de derbas kiriye, vegeriya Geverê û piştî 12 salan kurê wê Îkbal Yaşar di Newroza 2008’an de li Geverê bi guleya polîsan hat qetilkirin.
 
Ayşe Yaşarê diyar kir ku hê jî kiryarên 11 ferdên malbata wê yên hatine qetilkirin bi taybetî yê kurê wê nehatine dîtin û wiha got: "Ez dixwazim demildest kesên ku evqas kes qetil kirin bên darizandin û cezakirin. Ez bi kesên ku min winda kirine serbilind im. Ew şehîdên min in. Dibe ku ew bibin sedema hêsirên min, lê nabin sedema poşmaniyê. 11 kes ji malbata min çûn, ez ê bigirîm lê ez tu carî dest ji têkoşîna wan û doza wan bernedim. Serê min bilind e. Heya sax bim ez ê li ser rêça wan bim. Lê êdî divê ev xweîn bisekine. Ev şer bixwînrijandinê naqede. Divê kiryarên kesên hatine qetilkirin bên dîtin û darizandin. Divê ew jî poşmaniya xwe bînin ziman û bên cezakirin. Îkbalê û yên din kê qetl kirin? Sûcê wan çi bû?" 
 
Ayşe Yaşarê diyar kir ku divê dewlet bi eşkere berpirsyarên 17 hezar kuştiyan ên di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin qetilkirin derxe meydanê û got ku hêvîdar im ev pêvajo bi silametî bi dawî bibe.
 
'EM BI OCALAN BAWER IN' 
 
Ayşe Yaşarê anî ziman ku dewletê der barê pêvajoyê de samîmiyeta xwe bi zelalî nedaye der û got: "Eger dewlet gavan neavêje, ev pêvajo bi ser nakeve û encam nagire. Divê dewlet jî wekî aliyê kurd şefaf û li ser esasê çareseriyê be. Pêwîst e her du alî jî werin Meclisê û peymanê îmze bikin."
 
Ayşe Yaşarê got: "Em bi birêz Ocalan bawer in. Ew çi bêje em ê wiha bikin. Em aştiyê diparêzin û dixwazin." 
 
MA / Rûken Polat - Mazlum Engîndenîz