Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan

  • rojane
  • 09:01 29 Nîsan 2025
  • |

SÊRT - Parêzerê girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê ku piştî krîza dil dîsa ew birin girtîgehê Mehmet Nûrî Ekîncî got: "Divê demildest bê berdan."

Rewşa tenduristiyê ya Mehmet Emîn Çam ê 73 salî ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, xirab e. Çam ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qubînê ya Êlihê girtî di 16'ê Nîsanê de krîza li dilê wî xist. Çam ê li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê dihat dermankirin di 22'yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê.
 
 
Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Sêrtê Mehmet Nûrî Ekîncî ku parêzerê Çam e, diyar kir ku divê muwekîlê wî bê berdan. Ekîncî got: "Di 10'ê Nîsanê de ew rakirin nexweşxaneyê. Agahî nedan malbata wî jî. Dema min di 11'ê Nîsanê de li girtîgehê hevdîtin pê re kir, min dît ku rewşa wî gelekî xirab e. Di 16'ê Nîsanê de ji ber krîza dil cara duyemîn ew rakirin nexweşxaneyê."
 
Ekîncî anî ziman ku muwekîlê wî di 25'ê Gulana 2024'an de krîza dil derbas kiriye û wiha got: "Wê demê jî ji ber kiu demareke wî xitimîbû ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Qubînê. Me wekî ÎHD'ê û parêzerên wî ji bo rawestandina înfazê serlêdan kir. Sewqî ATK'ê ya Stenbolê hat kirin. ATK'ê di 15'ê Mijdarê de raporek amade kir û got, 'Dikare jiyana xwe bidomîne.' Me di 28’ê Mijdarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Daxwaza taloqkirina înfazê bi hinceta biryara ATK’ê hat redkirin.”
 
'DEMILDEST DIVÊ BÊ BERDAN'
 
Ekîncî anî ziman ku muwekîlê wî bi nexweşîna xirabûna gurçikan, felcbûna qismî, ûra di mêjî de û giraniya guh re têdikoşe. Ekîncî diyar kir ku ji bo serbestberdana wî serî li dozgerî, wezaret û dadgeriya înfazê dane û got: "Divê rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' bê dayîn. Ji ber ku ev rewş hem ji bo hevalên wî yên qawîşê û hem jî ji bo wî êşbar e. Du caran krîza dil derbas kiriye."
 
Ekîncî anî ziman ku ji bo girtiyên nexweşên giran divê gavên lezgîn bên avêtin û got: "Me ne tenê ji bo Mehmet Emîn Çam, ji bo hemû girtiyên nexweş wekî ÎHD'ê serlêdan kir. Herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene, 335 ji wan rewşa wan giran e. Rewşa wan xeternak e. Heya ji destê me tê em rewşa hemûyan dişopînin. Yên rewşa wan herî giran yek jê jî Mehmet Emîn Çam e. Lewma demildest divê bê berdan." 
 
MA / Fethî Balaman