ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN

  • rojane
  • 09:00 29 Nîsan 2025
  • |
img
* Guldexwînên li deverên bilind ên li rex Gola Wanê û Girava Ahtamaryê vebûn, bi xwşikiya xwe welatiyan mest dikin. 
 
* Demekî dirêje li herêma Bestayê ya Şirnexê bi destê cerdevanan dar tên birîn. Bi hatine biharê re birîna daran a li herêmê dîsa dest pê kir. 
 
* Parêzerê girtiyê nexweş ê giran Mehmet Emîn Çam ê ku piştî krîza dil dîsa ew birin girtîgehê Mehmet Nûrî Ekîncî got: "Divê demildest bê berdan."
 
* Ayşe Yaşar a di pevçûnê de keçek wê, kurek wê û 9 xizmên wê jiyana xwe ji dest dane got: "Divê dewlet jî wekî aliyê kurd şefaf û li ser esasê çareseriyê be. Ji bo careke din şerekî wiha rû nede, pêwîst e her du alî jî werin Meclisê û peymanê îmze bikin."
 
* Seroka AKDAM'ê Dudu Buşra Maksûtoglû Karadenîzê diyar kir ku heta tundiya li ser jinê bi dawî nebe, wê têkoşîna wan bidome.
 
* GABB dê li Navenda Kongreyan a Çand Amedê civîna meclisê li dar bixe. (10.00) 
 
* Kesên di 1’ê Gulana 1977’an de hatin qetilkirin dê li Hevraza Kazanciyê ya li Taksîm a Stenbolê bên bibîranîn. (11.00)
 
* Baroya Îzmîrê dê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li pêşiya edliyeyê daxuyaniyê bide. (12.30)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma partiya xwe de li Meclisê biaxive. (12.45) ZINDÎ