Bavê Leyla: Ji bo xwedê şîr bidin keça min

  • rojane
  • 14:57 21 Hezîran 2018
  • |
img

AGIRÎ - Leyla a 4 salî ku hefteyek berê li Agiriyê winda bû hêj tu agahî jê nehatine girtin. Bavê Leyla Nihat Aydemir, diyar kir ku ew bawer dike keça wî hatiye revandin  û got: “Bila dest û piyê me bişkestina û em di cejnê de neçûbûna gund. Bila Leyla ya min winda nebûbaya. Ger ku hûn min dibihîzin ji bo xwedê şîr bidin keça min."

Li gundê Bezirhane yê Agiriyê hefteyek berê Leyla Aydemir a 4 salî ku li gel dayik û bavê xwe çûn cejnê, winda bû û hêj agahî jê nayê girtin. Yekîneyên AFAD, leşker û malbat bi hevre li Leyla ya 4 salî digerin. Lê hêj tu agahî jê tune. Bav Nihat Aydemir ê ku li navenda Agiriyê dijî û karkerê înşaetê ye, diyar kir ku 8 rojin agahiyê ji keça xwe nastîne. Bav Nîhat diyar kir ku ew bawer dike ku keça wî Leyla hatiye revandin. 
 
DI NAVA 15-20 DEQÎQEYAN DE WINDA BÛ
 
Bav Aydemir, qala bûyerê kir û wiha got: “Ez di roja duyemîn a cejnê de çûm gund. Li gundê cîranê me şîn hebû. Ez çum wî gundî şînê. Dema ez hatim her kes li malê bû û taştê dixwazin. Dema ez hatim û min pirsa Leyla ji yên malê kir, birayê min Musa û yên malê gotin 'Li van deran e' Piştre ez derketim devrve û ez lê geriyam min nedît. Em li hemû gund geriyan me nedît. Me bang kir û me xwest yên ku ew dît bînin. Lê dîsa tu agahî nehat. Me li hemû mal û zeviyên gund nerî û em li her derê geriyan. Ez bawer nakim keça min li vî gundî be. Tu tişta ku balê bikişîne ku winda bûye tune ye. Tenê me bihist ku maşîneyek transit ku camê wê şikestî bû roja cejnê şekir li gund belav dikir. Zarokan ev Transit li gund dîtine. Carekê Leyla derdikeve kolanê, biraye min Musa diçe wê tîne û teslîmî  keça min Arzu dike. Di nava 15-20 deqîqeylan de winda bû." 
 
XWEZÎ NEHATIBÛMA 
 
Aydemîr, anî ziman ku wê roja hat gund, gund pir qelebalix bû gelek maşîne li gund hebûn. Aydemir, da zanîn ku ew ji bo cejnê hatibû gund û xwezî wê rojê nehatiba gund û wiha got: "Xwezi wê roe dest û piyê min şikestibûya û Leylaya min winda nebûbaya. 
 
ŞÎR BIDIN KEÇA MIN
 
Em li her derê geriyan. Ez bang li kesên keça min revandine dikim. Keça min xwarin naxwe. Tenê şîr vedixwe. Ji bo xwedê şîr bidin wê. Tenê keça min bîne ez li we gilî nakim. Keça min dîne cihekî ez gilî nakim. Ji bo xwedê keça min bîne." 
 
MA / Dîren Yurtsever