Polîsan ji malbata Şenşara Ferît Şenyaşar jî binçav kirin

  • rojane
  • 14:04 21 Hezîran 2018
  • |
img

RIHA - Polîsan ji malbata Şenyaşar a ku zilamên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bi çekan êrîşî ser dikana wan kirin û bav û 2 bira kuştin, piştî Fadil Şenyaşar ê birîndar hat girtin, niha jî Ferit Şenyaşar ê bi birîndarî rizgar bû jî li nexweşxaneya Dîlokê binçav kirin.

Di 14'ê Hezîranê de zilam û parazvanê Parlamenterê AKP'ê yê Rihaye Îbrahim Halîl Yildiz bi çekan êrîşî dikana esnaf Esvet Şenyaşar kiribû. Di êrîşa bi çekan de Bav Esvet Şenyaşar û kurên wî Celal û Adil Şenyaşar ên birîndar li nexweşxaneyê bi 23 guleyan û lîncê kuştibûn. Di bûyerê de Fatil, Mehmet û Ferîd Şenyaşar jî birîndar bûbûn û rakiribûn nexweşxaneyên cuda. Birayê wekîl Mehmet Şen Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû.Piştî bûyerê ji 3 birayan Fadil Şenyaşar hêj li nexweşxaneyê dihat dermankirin binçavkirin û girtin. Mehmet Şenyaşar jî çawa ji nexweşxaneyê derket binçav kirin û piştre serbest berdan. 
 
Birayê wan Ferit Şenyaşar ê li Nexweşxaneya Dilokê dihat dermankirin, piştî ji nexweşxaneyê derket, bi fermana dozger li nexweşxaneye hat binçavkirin. Ferit Şenyaşar, pişti binçavkirin birin Edliyeya Rihayê.