Namzetên HDP’ê yên Dersimê bang li gel kirin ku beşdarî mitînga sibe bibin

  • rojane
  • 14:03 21 Hezîran 2018
  • |
img

DERSIM - Namzetên HDP’ê yên Dersimê, ji bo mitînga sibe li Qada Seyît Riza bê lidarxistin banga tevlîbûnê li gel kirin.

Namzetên HDP’ê yên Dersimê Meral Hanbayat Yeşîl û alîcan Onlu, li navenda bajêr belavok belav kirin û gel vexwendin mitînga dê di 22’yê Hezîranêde li Qada Seyît Riza bê lidarxistin. Mitîng dê bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, saet 15.00’an li Qada Seyît Riza bê lidarxistin. Namzetê HDP’ê yê Enqerê Velî Saçilik, namzetên Dersimê Meral Hanbayat Yeşil, Alîcan Onlu û hevparên HDP’ê beşdarî mitîngê bibin.
 
Di heman demê de, dê hûnermendên Koma Munzur, Hasan Alî û Zeyep Kiliç derkevin ser dikê û bistrin.