ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2025'AN

  • rojane
  • 09:00 21 Nîsan 2025
  • |
img
* Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban diyar kir ku ji bo pêvajo baş derbas bibe divê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rayeya efûya taybet were bikaranîn. 
 
* Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Hakan Bozkurt diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê careke din zindî bûye û got: “Lêbelê ev hêvî, bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe.” 
 
* Koçerên li quntarê Çiyayê Gabarê, ji ber ku îsal barîn kêm bûn, îsal dereng derdikevin rêwîtiya zozanan. Koçer, ji ber qedexeyan bi gilî û gazinc in. 
 
* Cotkarên herêma Çukurovayê ku ji ber qeşaya zîraî zirareke mezin gihişte berhemên wan, xwestin ku dewlet heqê zirara wan bide.
 
* Peywirdara Navenda Piştgiriya Psîkolojîk û Hiqûqê ya Jinê ya Şaredariya Sûrê Dîlek Acar, tundiya fîzîkî ya li dijî jinan di rêza duyemîn û tundiya aborî jî di rêza yekemîn de cih digire. 
 
* Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam krîza dil derbas kiribû. Parêzera Çam, Nezahat Celen diyar kir ku miwekîlê wê bîra xwe winda dike û xetere li ser jiyana wî heye. 
 
*  Girtî Civan Boltan ku çavekî wî nabîne, destekî wî tune ye û di mejiyê wî de parçeya şarapnalê heye, tevî biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê jî nayê berdan. 
 
* Geşedanên têkildarî rewşa tenduristiyê ya endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder bên şopandin. 
 
* Rêxistinên hiqûqê dê li pêşiya Edliyeya Mêrsînê girtina Selçûk Kozagaçli protesto bikin. (12.30)
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Şirnexê dê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran daxuyaniyê bide. (17.00)