AMED - Di danişîna qetilkirina Mîkaîl Ekîncî de daxwaza ji bo girtina polîsê bersûc careke din hate redkirin.
Welatiyê bi navê Mîkaîl Ekîncî di 1’ê Nîsana 2023’yan de li mezraya Gulabaxça ya gundê Bîstînê yê navçeya Çermûg a Amedê bi îdiaya tevî hişyariya “raweste” nesekinî ye, ji hêla polîsan ve hate gulebarankirin û qetilirin. Ji ber qetilkirina Ekîncî, der heqê polîsên bi navên Aybars Pusat Înan, Îlyas Koçaş û Lokman Karakilçik de doz hatibû vekirin. Danişîna dozê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Polîsên ku ji ber sûcê “Tevî bi encamên sûc dizanîn jî bi qesdî mirov kuştine” tên darizandin, tev li danişînê nebûn. Parêzerên aliyan û xizmên Ekîncî di danişînê de amade bûn.
'TIŞTÊN LI ERDÊ DÎTIN AVÊTIN AVÊ’
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre li şahidan hate guhdarîkirin. Xalê Ekîncî, Ramazan Bozkurt têkildarî roja bûyerê wiha got: “Mîkaîl Ekîncî ber bi rûbarî ve diçû, ew jî (polîs) li pey wî çûn. Bi qasî 700-800 metreyan reviya bû. Li wir gule lê barandibûn. Dema ez çûm wê derê, li erdê dirêjkirî bû. 3-4 kes ser serê wî disekiniyan. Me xwest biçin wê derê lê destûr nedan. Ji ber ku nehiştin em biçin wê derê, me nezanî ka birîndar bûye yan na. Piştre çendek kesên din hatin, bûn 7-8 kes. Gule berdan hewayî. Piştre jî li erdê tiştek rakirin, avêtin nava avê, çipikên avê belav bûn. Rûyê polîsan di roja bûyerê de girtî bûn lewma me nekarî wan tespît bikin.”
Şahidê din, Emîn Akgun jî anî ziman ku bi ser bûyerê re dem derbas bûye lewma nayê bîra wî û got ku îfadeyên xwe yên berê dubare dike. Serokê dadgehê, îfadeya Akgun a berê xwend. Akgun, ji bo pirsa “Dema Mîkaîl Aslan direviya te ew dît an na” jî wiha bersiv da: “Hin kesan baz didan, digotin ‘bisekine’, min bûyer fêm nekir. Bi kamûflaj bûn.”
AJOKARÊ AMBULANSÊ: DEMA ANÎN CEM WESAYÎTÊ MIRÎ BÛ
Ajokarê ambulansê Yalçin Dalkiliç jî wiha got: “Telefon hat û gotin ‘kesek bi çekê birîndar bûye.’ Di têketina gund de leşkerî hebû. Dema em bi ambulansê çûn, me karî heta cihekî biçin. Ya din herî bû, ambulansê nedikariya biçe. Li wir jî cihê bûyerê xuya nedikir. Dê em bi meşê biçûna. Dema hevalan çenteyên xwe amade dikirin, dengê çendek guleyan hat. Li ser vê yekê hevalên me yekser li 112’ê geriyan. Gotin; ‘Cihê bûyerê biewle nîne, bawerim li wir pevçûn heye.’ Piştre jî hevalên me derdora 15-20 deqeyan li wir sekinînin. Anku hatin sekinandin, nehiştin biçin. Hevalên me bi meşê çûn cihê bûyerê, wê navberê ez di ambulansê de bûm. Du hevalên me yên tenduristvan jî çûn cihê bûyerê. Ji bilî vê min tu tiştek nedît. Dema Dalkiliç anîn cem ambulansê, miribû.”
‘DELÎL HATINE TUNEKIRIN’
Parêzerê malbata Ekîncî, Kudbettîn Odabaşi diyar kir ku bersûcan bi dilxwazî û zanebûn sûc kirine û got: “Wan teqez niha delîlên sûc jî tune kirine. Wan niha çeka nehatiye bikaranîn weke hatibe bikaranîn nîşan dane. Xwegihandina delîlên di dosyayê de hatiye zehmetkirin. Em dixwazin bersûc bên girtin. Her wiha em dixwazin li 2 tenduristvanên çûn cihê bûyerê jî bên guhdarîkirin.” Serokê dadgehê got ku dê li wan jî gudhdarî bike.
Parêzerê malbatê, Şeyhmûs Şat jî wiha got: “Bi taybet jî di droneyan de şaîbe pir aşkera ye. Tevî ku du droneyan dîmen dikişandin jî dibêjin ku pîlê droneyan xelas bûye û îdia dikin ku dîmenên kêliya kuştinê nehatine kişandin. Ev ne tiştekî aqilane ye. Dema drone dadikeve jî enerjiyekê xerc dike. Ev drone ji nişka ve ji jor neketin erdê. Ji ber ku pêdivî bi enejeriyê heye, diviyabû dîmen bikişanda. Gotina ‘dîmen nekişand’ ji bo veşartina sûc e. An jî ji bo rastî dernekevin holê, mudaxile hate kirin û jêbirin. Ji ber ku dibêjin Ekîncî gule berdaye. Heke gule berdabûya dê di svap a tipa edlî de xuya bikira an jî şarjor tê de nedisekinî. Heta di rapora otopsiyê de jî Otopsi şopa svapê derneketiye.”
'ÇEK DI LÊGERÎNA 5’EMÎN DE DI NAVA AVÊ DE HATE DÎTIN’
Parêzer Mehdî Ozdemîr jî da zanîn ku çeka tê îdiakirin a Ekîncî ye di lêgerîna 5’emîn a li cihê bûyerê de di avê de hatiye dîtin û ev tişt anî ziman: “Ev, bûyerê manîpûle dike. Di girteka navbera rûniştinan de ya têkildarî çekê de tê gotin ku bi rêbaza tozkirinê şopa tiliyê nehatiye peydakirin. Dikare were lêkolînkirin ka ew çek a miwekîle yan na. Dikare delîl bên lêkolînkirin. Têkildarî wê çekê 5 lêgerîn tên kirin lê nayê dîtin. Em dixwazin li kesên di lêgerîna 5’emîn de cih girtin were guhdarîkirin.”
Parêzer Mehmet Emîn Gokdemîr jî da zanîn ku emniyetê di roja bûyerê de gef li malbatê xwariye û îşkence kiriye. Gokdemîr, got: “Şopa tiliyê tune ye, guleberdan tune ye. Ji pişt ve hatiye gulebarankirin. Em dixwazin bersûc bên girtin.”
Parêzerên bersûcan jî gotin ku ew îfadeyên parêzerên Ekîncî qebûl nakin.
Bavê Ekîncî, Abdurrahman Ekîncî jî got: “Di dema bûyerê de helîkopter çima hate wê derê? Helîkopter 10 deqeyan piştî bûyerê hate wê derê. Min komplo dît. Zarok direve, ji pişt ve bi guleyekê tê kuştin. 350 kes hatine wê derê. Kesek dê di nava 350 kesan de çawa bireve?”
Dadgehê, daxwaza girtina bersûcan red kir. Dadgehê, biryar da ku li 2 xebatkarên tenduristiyê yên çûne cihê bûyerê were guhdarîkirin û danişîna dozê taloqî 30’ê Îlonê hate kirin.