Roja hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi wezaretê re dê hefteya pêş zelal bibe

  • rojane
  • 10:38 17 Nîsan 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê ragihand ku hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezareta Dadê re hatiye taloqkirin û dê hefteya pêş roja hevdîtinê zelal bibe. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), ragihand ku hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hatiye taloqkirin. Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hate gotin: “Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Wezîrê Dadê re ku dê di roja înê de bihata lidarxistin, ji ber rewşa tenduristiyê ya Sirri Sureyya Onder û ji ber ku rêveberên partiyê li nexweşxaneyê ne, hatiye taloqkirin. Dema di hefteya pêş de dîroka nû ya hevdîtinê zelal bû em ê parve bikin.”