Li Qada Şêx Seîd cejna gel hate pîrozkirin

img

AMED - Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê li Qada Şêx Seîd cejna gel pîroz kir. 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li Qada Şêx Seîd cejna gel pîroz kir. Rêveberên rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên bajar û navçeyan, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû, hevşaredarên navçeyan, nûnerên MEBYA-DER û MED TUHAD-FED’ê jî tev li bûn. Eleqeyeke mezin a gel ji bo pîrozkirina cejnê hebû. 
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz li vir axivî û Cejna Remezanê li her kesî pîroz kir û hêvî kir bibe wesîleya azadiyan. Hevşaredar Serra Budcak jî cejna gel pîroz kir û got: “Pêvajoya pêşiya me dê dîrokî be. Ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Divê em xwedî li banga 27’ê Sibatê derkevin.” 
 
'BILA BIBE WESÎLEYA AŞTIYÊ’ 
 
Halîde Turkoglû, anî ziman ku gelê Kurd bi sala ye ji bo aştiyê têdikoşe û got: “Bila ev cejn her wiha bibe diyarkirina îradeyê. Em çawa daxwaza aştiyê bikin, em ewqas jî dixwazin ku qetilkirina jin û zarokan û xizanî jî bi dawî bibin. Em bi mezinkirina têkoşînê aştiyê birêxistin bikin. Divê em banga birêz Ocalan mezin bikin. Hêvîdarim ev cejn bibe wesîleya aştiya gelan, mezinkirina têkoşîna aştiyê,  cîbicîbûna demokrasiya herêmî û bidawîkirina tayînkirina qeyûman.”