DEM Partiyê kongreyên xwe yên bajar ên Çewlig û Eskîşehîrê li dar xist

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên DEM Partiyê yên Çewlig û Eskîşehîrê kongreyên xwe li dar xistin. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, got: “Birêz Ocalan tu caran dev ji aştî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd berneda.” 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Çewligê li eywana konferansan a şaredariyê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulagu û gelek partiyî tev li bûn. Li ewyana kongreyê pankartên “Em şahid û şopdarên vê bangê ne”, “Ked nirxa herî pîroz e” û “Jin, jiyan, azadî” hatin daliqandin. 
 
Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî dîwan hate hilbijartin. Piştre jî Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî û got: “Li Rojhilata Navîn şerekî qirêjî tê meşandin. Hêzên emperyal, hewl didin bi rêya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê re gelan bi hev bidin qirkirin.” Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi domdarî geşedanên li herêmê diqewimin bi bîr xist.  
 
‘BIRÊZ OCALAN TU CARAN DEV JI AŞTIYÊ BERNEDA’ 
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît, got ku Tirkiye ji şerê li Rojhilata Navîn diqewime azade nîne û diyar kir kul Tirkiye bi bihêzkirina têkiliyên Kurd-Tirkan dikare ji vê aloziyê rizgar bibe. Gulistan Kiliç Koçyîgît, axaftina xwe wiha domand: “Tevî ku ev 26 sal in di hucreyeke 26 metrekareyan de, di nava çar dîwaran de ye jî herî baş birêz Ocalan ev rastî dît. Yê ku duh û îro herêm û cîhan herî baş dîtî û nirxandî, di heman demê pêşniyarê çareseriyê kirî, birêz Ocalan e. Di hevdîtina dawî de jî çi got? Got; ‘Pirsgirêka Kurd pir ji zû ve dikariya bihata çareserkirin.’ Got ku dixwaze vê pirsgirêkê çareser bike. Lê hêzên navneteweyî û hinek komikên di nava dweletê de nexwestin bi rêyên aştiyane bê çareserkirin. Mixabin her carê bi operasyonan bersiv dan agirbestê. Her carê bi polîtîkayên qirêjî bersiv dan gavên ji bo aştiyê. Lê tevî van nêzikatiyên neyînî jî birêz Ocalan tu caran dev ji aştiyê û çareseriya demokratîk berneda. Birêz Ocalan, ji bo azadiya gelan têdikoş e.” 
 
Parlamenter Omer Faruk Hulaku jî got ku piştî peyameke dîrokî ketine pêvajoyeke dîrokî û ev tişt anî ziman: “Her kes divê li xwe berpirsyartiyê bigire. Qala demokratîkbûnê tê kirin. Heke demokratîkbûn çêbibe dê her tiştekî bi xwe re bîne. Ji bo me bi rastî jî ev manîfestoya sedsalê ye, destpêkek e. Birêz Ocalan dibêje demokratîkbûn. Lewma divê em tevek vê pêvajoyê baştir bixwînin.” 
 
Piştî axaftinan, hilbijartin hate kirin û Nerîman Bolkan û Sedat Ormangoren weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin. 
 
ESKÎŞEHÎR
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Eskîşehîrê jî li Navenda Kongreyan a 100. Yilê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar xist. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar, nûnerên partiyên siyasî, sendîkayan û rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li bûn. Kongre, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. 
 
Parlamenter Zulkuf Uçar di kongreyê de got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û ev tişt anî ziman: “Ji bo pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çareseriyek pêşkeş kir. Divê em pir xurt xwedî li vê bangê derkevin û ji bo civakîkirina aştiyê û xwebirêxistinkirinê, têkoşînê mezintir bikin.” 
 
Piştî axaftinan, raporên fealiyetan û darayî hatin xwendin. Piştre jî hilbijartin hte kirin û Esma Çîçek û Bektaş Turkmen weke hevserokên nû yên bajar hatin hilbijartin.