Amedê piştgirî da banga Ocalan: Divê meclis komîsyonê ava bike

img
AMED – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo banga "Civaka Aştî û Demokratîk" ya Abdullah Ocalan piştgiriya xwe ragihand û got, "Divê di bin sîwana Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de komîsyonek bê avakirin û bi taybetî mafê hêviyê, sererastkirinên qanûnî bên kirin."
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, li gel endamên platformên demokrasiyê yên ji bajarên herêmê, li ser banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Meydana Şêx Seîd/Dag Kapiyê daxuyaniyek da. Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê Ahmet Başak ê ku ji Şirnêxê hat daxuyanî da. Di çalakiyê de pankarta "Em piştgiriyê didin banga aştî û civaka demokratîk" ji ber şal û şepîk li xwe kiribû ji aliyê polîsan ve hat xwestin ku ji qadê bê derxistin. Li ser vê yekê li qadê nîqaş derket.
 
Başak bertek nişan da û wiha got: "Min ev yek ji Şirnexê li xwe kir heta ku hatim vê derê. Di vê de xeletî tune ye, ev cil û bergê min yê herêmî ye. 27 salan in ji bo vê dewletê dixebitim." Piştî bertekê, şefê polîsan got ku ew ê destûrê nede, bi hinceta ku "cilên wan apolet hene" destur neda. Piştî mûzakereyan nasnameya ku ji Başak hat girtin hat vegerandin û daxuyanî hat dayîn.
 
BANG HÊVIYÊ DIDE
 
Metna hevpar ji aliyê Hevserokê Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) Şaxê Amedê Mehmet Nûr Ûlûs ve hat xwendin. Ulus destnîşan kir ku polîtîkayên yekperest ên ji avakirina komarê û vir ve tên meşandin, berhema feraseteke ku avaniya pir nasnameyî û pirçandî ya Tirkiyeyê, bi taybetî jî pirsgirêka Kurd ji nedîtî ve tê û wiha got: "Bi polîtîkayên zext û înkarê re naskirina nasnameyan bêdeng kiriye. Çareseriya pirsgirêka Kurd, ne bi rêbazên şer û asîmîlasyonê, rastiyeke civakî bû ku divê bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin. Lê belê, berî ku ev hêvî veguherin aştiyeke mayînde, pevçûnan ji nû ve destpê kirin û bi hezaran ciwanên me li van xakan jiyana xwe ji dest dan. Bêçareserî hiştina pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêkek siyasî û civakî afirandiye, di heman demê de bandorek kûr li aboriya welat kiriye.”
 
Ûlûs da xuyakirin ku budçeya ji polîtîkayên şer re hatiye veqetandin çavkaniyan tüne dike, krîza aboriyê kûrtir dike û bêkarî û xizaniyê zêde dike û wiha got: "Polîtîkayên şer ne tenê ji aliyê madî ve di heman demê de zerar daye avaniya civakî, mafên demokratîk hatine sînordarkirin, hevsengiya ekolojîk xera kiriye û civak bênefes hiştiye. Daxuyaniya ku birêz Abdullah Ocalan di 27 'ê Sibata 2025'an de da, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hêviyek nû afirand. Banga birêz Ocalan nexşerêyeke ku ne tenê rê li ber bidawîbûna şer veke, di heman demê de avakirina aştiyeke demokratîk û mayînde bi xwe re tîne. Divê gelên Tirkiyeyê û hemû beşên civakê ji bo serketina vê pêvajoyê bi berpirsyarî rabin.”
 
Ûlûs da zanîn ku ji bo çareseriyê divê rêyên demokratîk bêtir bên bikaranîn û her wiha neçar in civakeke demokratîk ava bikin û barek mezin dikeve ser mile meclîsê. 
 
ROLA JINAN
 
Ûlûs diyar kir ku di avakirina aştiya civakî û azadiyê de rola jinê xwedî girîngiyeke jiyanî ye û wiha axivî: "Bêyî azadiya jinê demokrasiyeke rasteqîn nayê avakirin. Jin bi salan e hem di têkoşîna civakî hem jî siyasî de li pêş e, ji bo wekhevî û azadiyê berdêlên giranbuha didin. Lê belê polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jinan dike, xizaniyê kûr dike, keda jinê nayê dîtin û newekheviya zayendî giran dike. Divê pêvajoya aştiyê jî deriyê veguherîneke demokratîk veke ku jin karibin bi mafên wekhev di nava civakê de cih bigirin."
 
Ulûs ji bo avakirina civakeke azad û demokratîk ev daxwaz kirin:
 
" * Pêwîst e ku avabûneke civakî ya ku hemû cihêkariyên etnîkî, olî, mezhebî an çînî bi dawî bibin û her kes bi nasname, ziman û baweriya xwe heye were avakirin
 
* Divê nêzîkatiyeke rêveberiya demokratîk a ku tevlîbûna aktîf a gel li mekanîzmayên biryardayînê yên siyasî ewle dike, bi cih were anîn.
 
* Divê polîtîkayên tayînkirina qeyûm tavilê bi dawî bibin û rê li ber demokrasiya xwecihî bê vekirin.
 
* Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayikê weke mafekî bingehîn bê qebûlkirin.
 
* Divê azadiya çapemenî, raman û rêxistinbûnê bi temamî azad be û dawî li polîtîkayên zext û sansurê were.
 
* Ji bo jin di jiyana civakî û siyasî de wekhev û azad beşdar bibin divê sererastkirinên pêwîst ên zagonî û binyadî bên kirin.
 
Ûlûs herî dawî wiha got: “Ji bo bicihanîna van hemûyan, divê di bin banê Meclîsa Neteweyî ya Mezin a Tirkiyeyê de komîsyonek bê avakirin û ji bo avakirina civaka demokratîk, bi taybetî jî mafê hêviyê, sererastkirinên qanûnî yên pêwîst werin kirin. Em wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û hemû saziyên demokratîk ên herêmê; em di rêya aştî û demokrasiyê de bi biryar in! Em ê bi hev re pêşerojeke ku gelan bi awayekî azad bijîn, ziman û nasnameyên wan bên naskirin û maf û azadî misoger bibin, ava bikin!”
 
MAFÊ HÊVIYÊ
 
Hevseroka Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (ÎHD) Ekîn Yeter bal kişand ser mafê hêviyê û wiha got: “Weke her demê gelê Kurd aştiyeke bi rûmet dixwaze. Em dê çawa bi hev ra bijîn? Bêyî ku em mafê hêviyê bi kar bînin em nikarin vê bikin, dema ku girtiyên nexweş di girtîgehê de ne operasyonên siyasî têne kirin, dema ku girtiyên ku înfazên wan têne şewitandin di girtîgehê de ne, di heman demê de ekolojîk, kuştina jinan tê kirin û dema ku vîna gel bi qeyûman didome. Yanî divê em çi bikin, divê em dawî li vê bînin. Divê ji bo Birêz Ocalan û nûnerên saziyên xwedî îrade derfet bên afirandin. Di vê xalê de herî dawî, di avakirina modernîteya demokratîk de bijî vîna me ya guherîn û veguherînê. Bijî têkoşîna me.”
 
‘EM Ê BI PRATÎKA XWE PIŞTGIRIYÊ BIDIN’
 
Ji Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) Mehmet Emîn Ay diyar kir ku Abdullah Ocalan hêvî daye gelan. Ay da xuyakirin ku hemû ol aştiyê girîng dibînin û wiha got: "Li welatekî ku aştî lê nebe, wê her şêwe bertîl û nelirêtî hebe. Ev 50 sal in li Tirkiyeyê çi bûye mînaka vê yekê ye. Şer û pevçûn hebûn ji ber ku aştî pêk nehat, mafên mirovan hatin tepisandin, înkar û asîmîlasyon hate jiyîn. Ji bo vê jî daxuyaniya Birêz Ocalan pir girîng e. Weke gelê Kurdistanê em destekê didin vê bangê, em girîng dibînin. Ji bo em vê di pratîkê de bi ser bixin, em ê ne tenê bi fikrên xwe, bi pratîka xwe re jî piştgiriyê bidin. Em bang li hemû baweriyên li Tirkiyeyê dikin ku piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.”
 
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma; “Biji aştiya bi rûmet” bi dawî bû.