‘Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê berpirsyarên komkujiyan e’

img
STENBOL - Rêxistinên Elewiyan bertek nîşanî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin dan û gotin: “Yên piştgiriyê didin HTŞ’ê, berpirsyarên vê komkujiyê ne.” 
 
Rêxistinên Elewiyan ên li Stenbolê têkildarî komkujiyên li Sûriyeyê li dijî Elewiyan tên kirin daxuyanî da. Daxuyanî, li Parka Demokrasiyê ya Maçkayê hat dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Dawî li komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê bînin” hat hilgirtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Seroka Komeleya Çanda Elewiyan Sevîm Yalincakoglû metna hevpar xwend û got ku komkujiya li dijî Elewiyan jinedîtî ve tê. Sevîm Yalincakoglû, diyar kir ku komkujî bi zanebûn û bi awayekî sîstematîk tên kirin û wiha got: “Ji 8’ê Kanûnê heta niha li Idlib, Hums, Hema û Laziqiyê welatiyên Elewî hatine dorpêçkirin û gefa qetilkirinê lê tê xwarin. Bi anonsên li mizgeftan tên kirin Elewî hedef tên nîşandan û êriş derketine lûtkeyê. Jinên tên revandin bi gefa tecawizê tên bêzarkirin, ciwan bi îşkenceyê tên windakirin, gund tên şewitandin û cînayetên kiryarnediyar bûne bûyerên ji rêzê. Ev, qirkirin e.” 
 
'YÊN PIŞTGIRIYÊN DIDIN HTŞ'Ê BERPIRSYAR IN’ 
 
Bi domdarî Sevîm Yalincakoglû destnîşan kir ku Colganî û HTŞ bi destê “hêzên emperyal ên rojavayî” hat çekdarkirin û ev tişt anî ziman: “Em dipirsin, Tirkiye li ku dera vê komkujiyê de cih digire? Ji destpêkê heta niha Tirkiye û nokerên hêzên emperyal ên herêmê piştgiriyê didin îktîdara HTŞ’ê. HTŞ a kujer bi hevkariya AKP a noker re çavên xwe li vê komkujiyê digirin. HTŞ û rêxistinên mîna wê bi salan bi rehetî ser sînorê Tirkiyeyê hatin û çûn. Welatên Kendavê û welatên rojavayî ji bo hesabên xwe yên petrol û gaza xwezayî fînansoriya van çeteyên tundrew kirin û ew weke ‘şervanên azadiyê’ pêşkeş kirin. Hêj îro jî van birên kujeran weke ‘muxalîfên nerm’ nîşan didin. Colanî û rêveberiya wî û kesên piştgiriyê didin wan, berpirsyarên vê komkujiyê ne.” 
 
BANGA LI DIJÎ QIRKIRINÊ
 
Sevîm Yalincaoglû diyar kir ku civaka Elewî dê bêdeng nemîne û wiha bi dawî kir: “Vê zilmê bi tu sedeman erê nekin. Tundiyê û kuştina mirovên bêguneh paşguh nekin. Bibin dengê mirovên tên qetilkirin. Colanî rewa nekin. Nîşandana wî ya weke ‘qasidê aştiyê’ tê wateya rewakirin û erêkirina zilmê. Weke gelekê ji dîrokê heta niha li dijî zilmê li ber xwe dide, em tiştên îro li Sûriyeyê diqewimin ne weke ‘şerê navxweyî’, weke hewldaneke eşkere ya qirkirinê ya li dijî Elewiyan dibînin. Kesek nikare vê rastiyê biguherîne. Çeteyên van êrişa pêk tînin rewa nekin. Banga me ji bo raya giştî ya navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hemû kesên xwedî wijdan ew e ku li dijî vê qirkirina li dijî Elewiyan dengê xwe derxînin û bikevin nava liv û tevgerê.” 
 
Piştî daxuyaniyê, beşdaran tacegula reş danîn cihê çalakiyê û çalakiya xwe bi dawî kirin.