HSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî aşkera kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser herêmê didomin û got: “Bi saya berxwedana hêzên me, dagirker û çete nikarin pêş bikevin.”
 
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî encamên şer û pevçûnên di nava 24 saetên dawî de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, HSD’ê diyar kir ku êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha sêyemîn de didomin û bi saya berxwedana şervanên wan dewleta tirk û komên wê nikarin pêş bikevin. 
 
Bi domdarî di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: “Duh (Şemiyê) balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker li başûrê rojhilatê Minbicê cihên karkeran ên girêdayê Bendava Tirînê bombebaran kirin. Bi obusên giran û guleyên hewanan jî gundewarê bendavê topbaran kirin. Di encama van êrişan de zerarên madî çêbûn.
 
Li eniya Dêr Hafirê jî şer di navbera şervanên me û çeteyan de qewimîn. Di encamê de hin çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin.
 
Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê yên derdora Pira Qereqozaqê bi zêdetirî 30 guleyên obus, tank, roket û hewanan bê serûber hatin topbarankirin. Di encamê de zararên madî gihiştin mal û milkên şêniyan.
 
Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bê mirov li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan geriyan."