Navendên ku Newroz bê pîrozkirin diyar bûn

img
AMED – Îsal Newroz wê li 89 navendan bê pîrozkirin. Li seranserê cîhanê dê li hezaran bajar, navçe, bajarok, gund û taxan wê agirê Newrozê bê pêxistin.
 
Ji Newrozê re ku ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybetî jî ji bo Kurdan xwedî wate û girîngiyeke mezin e tenê çend roj mane. Cejna Newrozê ku sembola berxwedan, serhildan, azadî û ji nû ve vejînê ye, li kîjan bajaran û wê îsal kengî bê pîrozkirin, hat ragihandin. Newroza 2025 ' an wê îsal li 89 navendan bê pîrozkirin . Li hezaran bajar, navçe, bajarok, gund û taxan wê agirê Newrozê bê pêxistin.
 
Deklarasyona pîrozbahiyên Newrozê wê di 11 'ê Adarê de li Amed û Stenbolê bi hevdemî were ragihandin. Yekemîn agirê Newroza îsal dê di 12 'ê Adarê de li navçeya Licê ya Amedê bê pêxistin. Ji ber ku cihê ku 26-27'ê Mijdara 1978'an avabûna PKK'ê lê hate ragihandin, Ev der navendeke girîng e.
 
13 'ê Adarê li navçeya Xelfetî ya Rihayê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye, wê agirê Newrozê were vêxistin. Di heman rojê de li navçeya Sûrê ya Amedê bi pêşengiya jinan wê agirê bi meşale û erbaneyan bê pêxistin û li Kadîfekale ya Îzmîrê jî agirê Newrozê bê pêxistin. Kadifekale navendeke ku di 22 'ê Adara 1992'an de Rahşan Demîrel bedena xwe dabû ber agir û ev der bi Newrozê re bûye yek.
 
Di 21 'ê Adarê de pîrozbahiya Newrozê wê tenê li Amedê pêk were. Tê payîn ku di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" derkevin pêş.
  
Deklarasyona Newrozê û bernameya navendên ku wê lê were pîrozkirin wiha ye:
 
11 Adar: Li Amed û Stenbolê deklarasyona Newrozê bê aşkerakirin.
 
12 Adar: Amed/Licê 
 
13 Adar: Riha/Xelfetî, Amed/Sûr (Bi pêşengiya jinan meşa meşaleyî û erbane), Îzmîr/Kadîfekale 
 
14 Adar: Xarpêt/Dep, Riha/Curnê Reş
 
15 Adar: Mêrdîn/Mîdyat, Amed/Bismil, Şirnex/Elkê, Şirnex/Qileban, Riha/Bêrecûk, Riha/Serêkaniyê, Mûş/Kop, Agirî/Giyadîn, Colemêrg/Şemzînan, Mêrdîn/Dêrîk 
 
17 Adar: Agirî/Panos, Manîsa, Şirnex/Hezex (Bi pêşengiya jinan), Îdir, Wan/Erdîş, Sêrt/Misirc, Amed/Erxenî, Riha/Sêwereg, Mûş/Gimgim, Colemêrg/Çelê, Mêrdîn/Şemrex 
 
18 Adar: Amed/Farqîn, Riha/Wêranşar, Colemêrg, Şirnex/Silopiya, Agirî, Mêrdîn/Qoser, Êlih/Hezo, Qers/Dîgor, Sêrt/Dihê, Mûş/Milazgir, Riha/Hewag 
 
19 Adar: Wan, Şirnex, Mêrdîn/Nisêbîn, Riha/Pirsûs, Çewlîg, Mûş, Bedlîs/Tetwan, Mêrdîn/Stewr
 
20 Adar: Riha, Erdexan, Êlih, Sêrt, Mêrdîn, Colemêrg/Gever, Agirî/Bazîd, Şirnex/Cizîr, Semsûr, Dêrsim, Qers, Erzirom/Tekman, Mêrdîn/Kerboran 
 
21 Adar: Amed
 
22 Adar: Dîlok, Mersîn, Kocaelî, Îzmîr, Osmaniye, Konya/Kulu, Çanakkale/Gokçeada, Hatay/Erzîn, Mugla/Bodrûm, Aydin/Ortaklar 
 
23 Adar: Aydin, Bursa, Denîzlî, Stenbol, Antalya, Edene, Enqere, Konya, Erzîngan, Çanakkale, Balikesîr, Eskîşehîr, Artvîn/Hopa, Hatay/Îskenderun, Tekîrdag, Malatya, Kirşehîr, Mereş/Bazarcix, Mugla/Datça 
 
MA / Azad Altay