Jinên ku peyama Abdullah Ocalan wergirtin: Haya me ji berpirsyariya me heye

AMED –Jinên ku di mîtînga 8 'ê Adarê ya li Qada Îstasyonê de hatin cem hev diyar kirin ku ew piştgiriyê didin pêvajoya ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve tê meşandin in û gotin ji bo rojên azad dê têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin.

Li Qada Îstasyonê ya  Amedê ku duh Mîtînga 8 'ê Adarê lê hat lidarxistin, malovanî ji hezaran jinan re kir. Cilûbergên herêmî yên jin û zarokan li xwe kirin, li qada mîtê dîmenên rengîn derketin holê. Daxwaz û nerazîbûnên jinên ku bi rojan e amadekariyên mîtîngê dikirin di pankart û dirûşman de hatin nîşandan. Yek ji hurgiliya balkêş ew bû ku jinan coşa li qadê bi telefonê bi dîmen li xizmên xwe re parve kirin.
 
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji jinan re şandî mohl li mîtîngê xist. Peyama ku ji dikê hate xwendin ji aliyê jinan ve bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî, ji Rebertî re azadî” li peyamê xwedî derketin. 
 
Jinên ku beşdarî mitîngê bûn bang û peyama Abdullah Ocalan a ji bo "Aştî û Civaka Demokratîk" ji ajansa me re nirxandin.
 
JI BO AZADIYÊ DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
 
Jinên ku bi kelecaneke mezin li peyamê guhdarî kirin gotin: "Haya me ji berpirsyariya me heye. Em naxwazin êdî rondikan bibarînin. Em ê têkoşîna azadiyê bidin. Divê hikûmet bi avêtina gavên şênber bersivê bide bangê. Heta ku girtiyên jin ji girtîgehan dernekevin, em nikarin baweriya xwe bi samîmiyeta hikûmetê bînin. Ev têkoşîn mîrateya me ye..."
 
Jinan bal dikişînin ser vê yekê ku ew ji Abdullah Ocalan bawer in û gotin ku dê têkoşînê hêj bêhtir mezin bikin.