Dayikên Aştiyê: Ji bo çareseriyê divê ji ewil Ocalan û girtî bên berdan

img

ÎZMÎR - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ji bo çareserî û aştiyê divê weke gava ewil Abdullah Ocalan û girtî bên berdan.  

Piştgiriya bi banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Dayikên Aştiyê ku di pêvajoya şer de zarokên xwe winda kirin, gotin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. 
 
Ji Dayikên Aştiyê Behiye Yalçin diyar kir ku divê îktîdar gavê şênber biavêje û wiha got: “Em piştgiriyê didin banga birêz Ocalan. Bi sala ye em ji bo aştiyeke mayinde û pêşîlêgirtina rijandina xwînê têdikoşin. Bila agirbest yekalî nebe û dewlet jî çekan berde. Heke aştiyeke mayinde çêbibe, ev agirbest yekalî nabe. Tecrîd hêj nehatiye rakirin. Ji bo aştiyeke mayinde û birûmet divê tecrîd were rakirin. Divê dewlet gavan biavêje ku em bi rastî jî jê bawer bin. Heke kesek destê xwe dirêj bike divê em wî destî bernedin.” 
 
‘DIVÊ OCALAN LI DERVE BE’ 
 
Bi domdarî Behiye Yalçin zimanê îktîda û medyayê rexne kir û wiha domand: “Divê zimanê aştiyê esas bigirin. Ma heta bi birêz Oalan re hevdîtinan nekin û li ser maseyê rûnenin dê çawa aştî çêbibe? Divê birêz Ocalan li derve bi gel re be û pêşiya aştiyê were vakirin. Divê ne tenê bi dewletê re, divê bi hemû koman re hevdîtin were kirin. Aştî, bi vî awayî dibe. Aştî, bi gel re û bi meclisê re divê bê avakirin. Birêz Erdogan û birêz Bahçelî jî divê tev li bibin. Divê van hevdîtinan bi hev re li dar bixin. Wê demê em bibînin ka aştiyeke birûmet e yan na. Heke tenê bi gotina ‘temam, dê aştî bibe’ bisînor bimînin wê demê dê aştî çênebe. Em aştiyeke wiha naxwazin. Hêviya me heye.” 
 
Behiye Yalçin, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan tu şer nedanî ber. Tenê got ‘demokrasî.’ Em jî vê dixwazin. Divê her kes piştgiriyê bide vê bangê. Em dixwazin hemû çek bên bêdengkirin. Bila aştiyeke mayinde û birûmet bê vî welatî. Bila êdî hêsirên dayikan nerijin. Em dixwazin dayikên leşker û polîsan jî bi destê dayikên Kurd bigirin. Em dixwazin bi hev re vî şerî bidin sekinandin.” 
 
‘ÇAVÊ ME LI SER DEWLETÊ YE’   
 
Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş jî anî ziman ku divê girtî bên berdan û wiha got: “Ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo Tirkan, Ereban, Ermenan... Em aştiyê ji bo her kesî dixwazin. Birêz Ocalan gotinên gelek xweşik kir. Çavê me êdî li ser dewletê ye. Divê dewlet gavan biavêje. Bila êdî kesek nemire û xwîn nerijie. Bila êdî dayikên Kurd bi rêyên girtîgehan ve nebin. Ez duh çûm girtîgehê, dê bibêwjî qey hemû dinya bar bû li ser pişta min. Bila Tirk nebêjin ‘çi ji me.’ Zarokên wan jî dimirin. Em dixwazin êdî ev agir vemire û ev xwîn êdî nerije. Bila kesek nemire û bila êdî tu dayik negirîn. Em dixwazin demek beriya demekî Abdullah Ocalan ji girtîgehê derkeve.”