ROJEVA 9’Ê ADARA 2025’AN

img
* Yildiz Bahçecî ku xwişka wê Gulan di refên PKK’ê de jiyana xwe ji dest da, têkildarî banga Abdullah Ocalan wiha got: “Bila her kes ji wî bawer be. Sedsala pêşiya me dê bibe sedsala azadiyê.” 
 
* Bernameya Cejna Newrozê ku dê starta wê di 12’ê Adarê de li navçeya Liceyê bê dayin, diyar bû. 
 
* Dayikên Aştiyê diyar kirin ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û ji bo çareserî û aştiyê divê weke gava ewil Abdullah Ocalan û girtî bên berdan. 
 
* Jinên ku beşdarî mitînga 8’ê Adarê ya Silopiyayê bûn, bal kişandin ser banga dîrokî ya Abdullah Ocalan û ev tişt anîn ziman: “Heta ku aştî çêdibe em ê dengê xwe bilind bikin.” 
 
* Midûra Jinan a GABB’ê Neclsa Gursoy diyar kir ku dê li Qada Jiyana Jinan a Ekolojîk xebata kolektîf esas bigirin. 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Dîlokê dê 3’yemîn Kongreya Asayî bi beşdariya Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li eywaneke bajar li dar bixe. (10.00)
 
* Li Wanê dê li Parka Mûsa Antet bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê û bi beşdariya Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan mitîng bê lidarxistin. (11.00) ZINDΠ
 
* Jinên Kurd ê bi çalakiyeke li Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Sen a Amedê “Meclisa Jinan a Zimanê Kurdî” ava bikin. (12.00)
 
* DBP û DEM Partî dê di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” de li Stenbol, Riha, Sêrt, Êlih û Amedê bi gel re bicivin. (13.00-15.00)
 
* Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Enqereyê dê têkildarî komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê li Qada Kolejê çalakiya protestoyî li dar bixin. (13.00)
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Eskîşehîrê dê li Navenda Çandê ya 100’uncu Yilê kongreya asayî li dar bixe. (13.00)
 
* Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo piştevaniya bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” re li Qada Şêx Seîd daxuyaniyê bide. (13.30) 
 
* Rêxistina DEM Partiyê ya Manîsayê dê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Navenda Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Manîsayê 2’yemîn Kongreya Asayî li dar bixe. (14.00) ZINDÎ