‘Ji bo çareseriyê misogerkirina qanûnî divê'

  • rojane
  • 09:10 21 Sibat 2025
  • |
img

AMED - Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fethî Tapaç diyar kir ku pêvajo bi gotinên Devlet Bahçelî û Erdogan wê nemeşe û got ku ji bo çareseriyê divê garantiya destûra bingehîn hebe.

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 28'ê Kanûna 2024'an û 22'yê Çileyê de 2 caran bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin, hevdîtin kir. Piştî hevdîtinên li Îmraliyê peyamên Abdullah Ocalan ji raya giştî re hatin vegotin. Di raya giştî de gengeşeyên li ser rola Abdullah Ocalan a di çareseriyê de berdewam dikin.
 
Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Înîsiyatîfa Mafan Fethî Tapaç der barê pêvajoyê de nirxandin kir.
 
Tapaç bal kişand ku hevdîtinên ku piştî banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî hatin kirin û peyamên ku ji raya giştî ra hatin dayîn erênî ne û got ku neçareserkirina pirsgirêka kurd zirarê dide her kesî. Tapaç da zanîn ku pirsgirêka kurd li erdnîgariya Rojhilata Navînê pirsgirêkeke girîng e û hevkêşeyên wê bi lez û bez diguherin û wiha got: “Daxwaza me ew e ku erdnîgariyeke ku mirov di nava aştiyê de û bi hev re bijîn. "Li gelek cihan şer bi dawî dibe, divê ev pirsgirêk jî bi awayekî bi dawî bibe." 
 
Tapaç destnîşan kir ku cihê çareseriya pirsgirêka kurd Meclis e û bi bîr xist ku li ser çareseriya pirsgirêkê gelek gengeşe hene û got ku divê demildest ev rewş li Meclisê bi awayekî qanûnî bê misogerkirin.
 
HEMWELATÎBÛNA WEKHEV
 
Tapaç da zanîn ku divê maf daîmî bin û got: “Divê ji înîsiyatîfa kesan re neyên hiştin. Divê mafên hemwelatîbûna wekhev bên dayîn. Madem em li vê erdnîgariyê dijîn divê jiyaneke hevpar hebe. Lewma divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê. Divê mafên çandî bên dayîn. Divê navên erdnîgariyên wan bên vegerandin û destûreke bingehîn a nû li ser esasê hemwelatîbûna wekhev bê çêkirin. Wekî din, wê keyfî be. Gava wisa be jî wê pirsgirêk çareser nebe. Li pêşiya çareseriya pirsgirêkê astengî hene. Divê qada rantê ya ji ber vê çêbûye jî ji holê bê rakirin. Divê hiqûqa taybet a heyî ji holê bê rakirin. Divê hiqûqa taybet ji holê bê rakirin. Divê hiqûq li her derî bi awayekî wekhev bê sepandin. Divê mafên mirovan û rêgezên hiqûqê yên gerdûnî bên xebitandin. Ger ev çênebin, pirsgirêk bi înîsyatîfê yan jî bi nermbûnê çareser dibin. Ev jî ne girêdayî mewzûatan an jî qanûnê ye. Wekî rêxistina civaka sivîl daxwazama; divê ev bên mîsgoerkirin. Ger ev neyên mîsgoerkirin, dê civak, aborî û erdnîgarî zirarê bibîne." 
 
Tapaç da zanîn ku çareserkirina daxwazên kurdan ne zehmet e û got: "Ev rewş ji bo komek kesan cihekî taybet peyda dike û ev kes dibêjin, 'Eger pirsgirêk çareser bibe, dê hêzên min ên taybet jî winda bibin.' Ji ber vê divê vegera li destûra bingehîn a damezrîner a 1921'ê çêbibe."
 
'DIVÊ HIQÛQ BÊ XEBITANDIN'
 
Tapaç anî ziman ku divê rêgezên qanûnî bên bicihanîn û got: "Tayinkirina qeyûman ne li gorî qanûnê ye. Lewma em demokrasiyê, azadiya fikr û ramanê dixwazin. Di destûra bingehîn a heyî de jî ev tişt hene û ger bihatana bicihanîn, qeyûm nedihat tayînkirin. Divê her kes li gor destûra bingehîn a heyî tevbigere û paşê em rûnên biaxivin. Gel li vê erdnîgariyaê êş û azarê naxwazin. Mirov mafên xwe yên di destûra bingehîn de dixwazin. Dixwazin mafên xwe yên hilbijartinê bi kar bînin. Devlet Bahçelî dixwaze raya giştî ya Tirkiyeyê ji tiştekî re amade bike. Lê belê divê em dilsoziya xwe ya ji bo destûra bingehîn a heyî bînin zimên." 
 
MA / Mujdat Can