Girtî Sayak: Behsa aştiyê dikin lê li girtîgehan zextan zêde dikin

  • rojane
  • 09:09 21 Sibat 2025
  • |
img

ENQERE - Girtiyê bi navê Bager Sayak diyar kir ku li girtîgehan tecrîda mutleq heye û wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din zextên li girtîgehan zêde dikin."

Li aliyê din gengeşeyên li ser çareseriya pirsgirêka kurd didomin, li aliyê din zext û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser civakê û girtîgehan hema bêje gihîştiye lûtkeyê. Bager Sayak ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Sîncanê ya Enqereyê girtî ye, bi rêya telefonê tiştên li girtîgehê diqewimin ragihand malbatê. 
 
Sayak anî ziman ku bi awayekî sîstematîk lêpirsînên dîsîplînê yên keyfî li ser wan hatine vekirin û got: “Zext û binpêkirin zêde ne. Tu daxwazên me pêk nayên. Çalakiyên me yên civakî nînin. Em di bin dorpêçeke giran de ne. Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din jî zextên li girtîgehan zêde dikin. Paceyên me bi hesinan hatine girtin. Mîna ku me xistine qefesê. Nêzî 24 saetan em di hucreyan de tên girtin. Tecrîdeke mutleq heye."
 
Sayak ku got "Em li dijî vê zilmê li ber xwe didin" banga hestiyariyê kir. 
 
Sayak wiha got: "Li aliyekî behsa aştiyê dikin, li aliyê din zextên li girtîgehan zêde dikin."
 
BAGER SAYAK KÎ YE?
 
Bager Sayak (33) ku di 20'ê Tîrmeha 2010'an de bi îdiaya "bombe daniye ber avahiya Serokatiya bajêr a AKP'ê ya Erziromê" hat girtin. Sayak gava hat girtin 17 salî bû. Sayak ku di 2'yê Mijdara 2011'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 4'emîn a Erziromê derket pêşberî dadger û xwest bi kurdî parastina xwe kir, daxwaza wî hat betalkirin. Dadgehê cezayê muebbedê yê giran li Sayak birî.
 
Biryar ji temyîzê re hat şandin. Lê 9'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilind di 9'ê Adara 2012'an de serlêdana temyîzê red kir û cezayê ku li Sayak hatibû birîn erê kir.