Hamasê 2 dîlgirtiyên Îsraîlî yên din jî berdan

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Yarden Bibaz û Ofer Kalderon radestî rayedarên Xaçasor hatin hatin kirin.
 
Di çarçoveya peymana agirbestê ya navbera Îsraîl û Hamas de, cara 4’wemîn dîlgirtî tên radestkirin.
 
Dîlgirtiyên Îsraîlî Ofer Kalderon û Yarden Bibas li bajarê Xan Yunus radestî tîmên Komîteya Xaçasor a Navneteweyî hatin kirin. IDF’ê piştrast kir ku her du dîlgirtî hatin radestkirin.
 
Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê xwe yê X’ê daxuyanî da û diyar kir ku hikûmeta Îsraîlê 2 kesên vegeriya welatê xwe, pêşwazî kirine.