‘Nêzikatiya pratîk a îktîdarê, qeyûm e’

  • rojane
  • 14:07 24 Mijdar 2024
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku nêzikatiya îktîdarê ya li hemberî pirsgirêka kurd, tayînkirina qeyûman e û wiha got: “Her ku diçe, mercên nîqaşên li ser aştiyê ji holê radibin.” 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari piştî 13’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Çanda Anatoliyayê ya Haci Bektaş-i Velî, pirsên rojnamegeran bersivand. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser gotinên AKP’iyan ên têkildarî tayînkirina qeyûman û wiha got: “Hinek îşaret hene ku dê tayînkirina qeyûman bidome. Me her carê got ku qeyûm, derbeyeke siyasî û xespkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye. Li rexekî qaşo qala aştiyê dikin û li rexa din qeyûman tayîn dikin. Ev rast nîne.” 
 
‘TEKANE PRATÎKA WAN QEYÛM E’
 
Tulay Hatîmogûllari, pirsa derheqê "Efûya giştî” de jî wiha got: “Heke plan û projeyeke wan hebe, di vê mijarê de hikûmet an jî serokkomar tiştek bi me re parve nekirine. Ji bilî daxuyaniyên serokê giştî yê MHP’ê tu agahî li ber destê me nînin. Li vir divê serokkomar bi xwe jî biaxive. Em hêj nizanin ka derheqê pirsgirêka kurd çawa ye. Tenê dibêjin, di navbera Tifaqa Cumhur de nakokî tune ne. Daxuyanî tune ne lê pratîka wan heye. Ew jî qeyûm in.” 
 
'ŞERT Û MERC JI HOLÊ RADIBIN’
 
Tulay Hatîmogûllari, got ku bi tayînkirina qeyûman re şert û mercên “aştiyê” ji holê radibin û wiha bi dawî kir: “Dema xelk bertek nîşan dide jî mîna Îsraîl bi serê Filistînê tîne dikin. Em dibêjin ku heke bingeha muzakere, demokratîkbûn û aştiyê çêbibe, em amade ne bibin kirdeya sereke. Lê heta ku rejîma qeyûm û sepanên din bidomin dê têkoşîna me jî berdewam bike.”