ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 24 Mijdar 2024
  • |
img
* Nivîskar Mukaddes Erdogdu diyar kir ku peyameke biçûk a ji Abdullah Ocalan jî di nava gel de rê li ber hesteke mezin vedike û wiha got: “Ne li Tirkiyeyê ne jî li Rojhilata Navîn ji bo çareseriya pirsgirêka kurd ji bilî çareseriya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan, çareseriyên tu kesekî nînin.” 
 
* Jinên Êzidî yên ku piştî fermana 74’an xwe bi rêxistin kirin, di avakirina jiyaneke nû de pêşengiyê dikin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya TAJÊ’yê Ferîde Şengalî diyar kir ku ji her gel û baweriyan jin di çarçoveya fikra neteweya demokratîk de tên gel hev û jiyaneke nû ava dikin.
 
* Gokhan Gunduz li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin û dadgeha herêmî bi îdiaya “heqaret li serokkomar biriye” ceza lê birîbû. Dadgeha Îstînafê ev biryar betal kir û biryara beraetê da. 
 
* Dr. Sonia Achkar diyar kir ku di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de herî zêde jinên li herêma Hîzbullahê dijîn bibandor dibin û wiha got: “Têkoşîneke jinan a li dijî şer heye lê hêza birêxistinkirî qels e.” 
 
* Nobeta berxwedanê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Xelfetî ya Rihayê hatiye destpêkirin dê di roja 21’emîn de bidome. 
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê beşdarî 13’emîn Lijneya Giştî ya Asayî ya Weqfa Çandê ya Anatoliyayê ya Haci Bektaşî Velî bibe. (10.00)
 
* Platforma Jinan a Dêrsimê dê bi dirûşma “Bajar me, nasnameya me, îradeya me, ya me ye” ji Kolana Hunerê ber bi Qada Seyîd Riza ve meşê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ
 
* Zilamên li Amedê dê li dijî tundiyê li pêşiya AZC Plazayê daxuyaniyê bidin. (13.00) 
 
* Li gelek bajaran dê bi boneya 25’ê Mijdarê çalakî bên lidarxistin. (14.00-20.00) 
 
* Li Dibistana Egîdê Cimo ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê dê Şaxa Ma Musicê were vekirin. (14.00)