Hayko Bagdat: Divê her kes ji bo aştiyê berpirsiyariya xwe bi cih bîne

  • rojane
  • 09:04 23 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Nivîskar û lîstikvanê şanoyê Hayko Bagdat ku yek ji îmzevanê metna "Em dixwazin hêvî bikin û îhtîmala aştiyê mezin bikin" got: "Divê her kes ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Em ê ji bo vê her tim bitêkoşin."

Bi nîqaşên ku di çarçoveya pirsgirêka kurd de hatin kirin re pirsa "Pêvajoyek nû dest pê dike?" hê jî nediyariyê dide der. Bi vê re Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê (EFFP) têkildarî lêgerîna çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bi sernavê "Em dixwazin bi hêvî bin û îhtîmala aştiyê mezin bikin" metnek weşand. Siyasetmedar, hunermend, akademîsyen, sendîkavan, hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan jî di nav de nêzî 300 kesî metnê îmze kir. Di metnê de hat xwestin ku pevçûnên dijwar ên ji sala 2015'an û vir ve diqewimin bi dawî bibin û zimanê aştiyê bi ser bikeve. civat.
 
'JI BO AŞTIYÊ DEMA BILINDKIRINA ZIMANÊ AŞTIYÊ YE'
 
Nivîskar û lîstikvanê şanoyê Hayko Bagdat ku yek ji îmzevanê metnê ye, banga hem mezinkirina hêviyê û têkoşîna hevpar kir. Bagdat bal kişand ser daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî û wiha got: "Ya ku diqewime ne rewşeke ku em jê re bibêjin aştî yan jî pêvajoya çareseriyê ye. Em hewl didin vê pêvajoyê veguherînin aştiyê. Lê belê cidiyeta planên hevkarên desthilatê yên niha li dijî têkoşîna mafdar a gelê kurd, nîşaneya zêdekirina polîtîkayên asîmîlasyonê, xespkirina rêveberiyên xwecihî, girtin û zextan e. Lewma niha tam jî dem dema bilindkirina zimanê aştiyê ye." 
 
Bagdat bal kişand ser biryara qedexekirina hevdîtina bi parêzeran re jî û got: "Tevî ku der barê pêvajoyeke ku bi mîlyonan mirov eleqedar dike de agahî nayên dayîn, bi vê polîtîkaya tecrîdê dixwazin hêviyên bingehîn bişkînin. Tecrîda li hemberî rêberekî ku wekî muxatab tê qebûlkirin, nîşan dide ku ev pêvajo çi qasî ne jidil e." 
 
Bagdat destnîşan kir ku atmosfera heyî ya li Tirkiyeyê ji aştiyê dûr e û got: "Îro li welatê me tundiya li ser jinê, bêbextiya di nava civakê de û nijadperestî gihiştiye lûtkeyê. Ev hawirdora ku bi zimanê berberîbûnê serdest e, bingeha mafyatî û tundiyê ava dike. Kesên wekî Hatîp Dîcle ku jiyana xwe ji bo aştiyê feda kirine, divê biaxivin. Em di heyameke wiha de ne ku ev kes, rojanmevan û akademîsyen biaxivin. Wekî akademîsyenên ku gotin 'em nabin şirîkê vî sûcî' divê em jî bibin hevparê aştiyê." 
 
Bagdat destnîşan kir ku heta niha gaveke şênber nehatiye avêtin û îşaret bi pêvajoyên berê kir û got: "Divê em xebatên mirovên aqilmend bînin bîra xwe. Ji bo aştiyê ji destê kê çi tê divê bike. Em, divê ne sûc, bibin şirîkê aştiyê." 
 
MA / Delal Akyuz