Cezayê kujerê Şerzan Kûrt hat kêmkirin!

  • rojane
  • 18:42 22 Mijdar 2024
  • |
img

ESKÎŞEHÎR - Dadgehê di doza Şerzan Kûrt de ku di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer birî.

Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt (21) ku pêşî bû hedefa faşîstên sivîl, piştre jî ji hêla polîsan ve hat qetilkirin. Di danişîna doza Şerzan Kûrt de biryar hat dayîn. Parêzerên malbata Kûrt û parêzerên polîsê kujer Gultekîn Şahîn di danişînê de amade bûn.
 
Dadgehê cezayê polîsê kujer kêm kir û 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer Gültekin Şahîn birî.
 
PÊVAJOYA DOZÊ
 
Xwendekarê Zanîngeha Mûglayê Şerzan Kûrt ê 21 salî di 12'ê Gulana 2010'an de rastî êrişa komên nijadperest û faşîst hat. Kûrt ê ji ber gulebarana polîsên hatin cihê bûyerê birîndar bû, di 19'ê Gulanê de jiyana xwe ji dest da.
 
POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ DI DEWRÊ DE YE
 
Doza ku bi hinceta ewlehiyê sewqî Eskîşehîrê hatibû kirin, di sala 2012'an de 8 sal cezayê girtîgehê li polîsê kujer Gultekîn Şahîn hatibû birîn. Piştî ku Dadgeha Bilind ceza betal kir, di sala 2014'an de 16 sal cezayê girtîgehê li polîsê kujer hatibû birîn. Di sala 2016’an de Dadgeha Bilind careke din îtîrazê biryarê kir. Cezayê polîsê kujer Gultekîn Şahîn di sala 2019’an de daketibû 7 sal û 6 mehan. 1'emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Bilindev biryar di sala 2021’an de erê kir. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Dozgeriyê îtîraza biryarê kir. Serdozgeriyê careke din bi daxwaza “bi îhmalkariya hişmendî sedema mirinê” li Lijneya Cezayê Giştî da. Di encama ve yekê de biryara Cezayê 7 sal û 6 mehan jî xira bû.