Hozan Aydin metirsiya jiyanî derbas kir

  • rojane
  • 09:26 21 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Hozan Aydin ku krîza dil derbas kiribû, xetereya canî derbas kir. 

Hunermend Hozan Aydin di 18’ê mijdarê de li paytexta Almanyayê Berlînê krîza dil derbas kir û rakiribûn nexweşxaneyê. Hozan Aydin, xetereya canî derbas kir. Hozan Aydin derbasî servîsa asayî hate kirin. Hozan Aydin spasiya kesên ew bi tenê nehiştin kir. 
 
Hunermend Aydin diyar kir ku ji du demarên wî yên girtî yek jê hatiye vekirin û ya din jî dê di hefteya pêş de were vekirin.