Êrişên ser Çapemeniya Azad dê li Tunela Taksîmê bên protestokirin

  • rojane
  • 12:31 12 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - DÎSK Basin-Îş dê êrişên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad li Tunela Taksîmê protesto bike. 

Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî Weşan Çapxaneyê (DÎSK Basin-Îş) dê êrişên polîsên ên di dema çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûman a li şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetî ya Rihayê de li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad kirin, li Taksîm a Stenbolê protesto bike. Çalakî dê di 16’ê mijdarê saet di 13.30’ê de li Tunela Taksîmê bê lidarxistin. Her wiha dê “Qanûna Sîxûriyê Bandoê” jî bê protestokirin.