Li Wanê çalakiya li dijî qeyûm: Ji bo îradeya gel rêzgir bin

  • rojane
  • 15:04 6 Mijdar 2024
  • |
img

WAN - Li Wanê bi beşdariya sedan kesan li ser Cadeya Cumhuriyetê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiya protesetoyî ya “Ji bo îradeya gel rêzgir bin” hate lidarxistin. Bi sedan kesan li ser cadeyê zincîra ji mirovan çêkirin. 

 
Tayînkirina qeyûman a li şaredariyên DEM Partiyê li Wanê hate protestokirin. Partiyiyên li Cadeya Cumhuriyetê ya navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev, li Parka Feqiyê Teyran daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de beşdaran pêşmalkên “Ji bo îradeyê rêzgir bin, em rê nadin qeyûm” li xwe kirin û çalakvanan dirûşmên “Berxwedan jiyan e” û “Qeyûm dê biçe dê gel were” berz kirin. 
 
‘JI ÎRADEYA GELÊ KURD DITIRSIN’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Necla Demîr di çalakiyê de axivî û got ku îktîdara AKP-MHP’ê kengî bitengije, serî li tayînkirina qeyûman dide. Demîr, wiha domand: “Dîsa qeyûm tayînî şaredariyên Kurdistanê kirin. Îradeya gel dîsa hate xespkirin. Ev hikûmet ji îradeya gelê kurd ditirse. Heta demokrasî tê vî welatî dê têkoşîna me bidome.” 
 
Piştre jî li seranserî cadeyê zincîra ji mirovan hate çêkirin û gelek caran dirûşmên “Şaredarî yên gel in gel li vir e” û Em li Kurdistanê qeyûman naxwazin” hatin berzkirin. Di heman demê de stranên “Lêxin birano lêxin” û “Berxwedan xweş doz e” hatin gotin. 
 
Welatiyên li derdorê jî bi çepik û tililiyan piştgirî dan. 
 
‘HÛN MECBÛRIN RÊZ BIGIRIN’
 
Ji çalakvanan Sînem Malal got ku ew qeyûm nas nakin. Malal, wiha domand: “Qeyûm dizî ye, talan e, darbe ye. Qeyûm, polîtîkayeke ku îradeya gelê kurd binpê dike ye. Heke min dengê xwe dabe DEM Partiyê, hûn mecbûr in ji bo vê rêz bigirin. Me dizî nekiriye, talan nekiriye, tişta aydê xwe girtiye. Madem hûn ê qebûl nekin wê demê çima hilbijartinê dikin. Bila rêzê ji bo mafê me yê bijartin û hilbijartinê bigirin. Em ê rê nedin vê talanê. Me kesên tayînkirî tercîh nekiriye û dê tercîh nekin.” 
 
‘QEYÛM DIZÎ YE’
 
Şemsettîn Yilmaz jî diyar kir ku dê li her qadê li dijî xespkirina îradeya xwe têbikoşin. Yilmaz, wiha pê de çû: “Em ê mîna têkoşîna Şêx Seîd têbikoşin. Qeyûm, dizî ye. Ya hatiye kirin xespkirina îradeyê ye. Tayînkirina qeyûman, sepaneke keyfî ye. Lê ew çi jî bikin em ê paşvegavê neavêjin.” 
 
‘MUXATAB OCALAN E’
 
Muhammed Alî Boran jî anî ziman ku muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Me daxuyaniyê Bahçelî dîtin. Dixwazin bi van gotinan serê gelê kurd tevlihev bikin. Birêz Ocalan vedixwînin Meclisê û li hêla din qeyûman tayîn dikin. Bila wisa nekin. Tavilê qeyûmên xwe paşve bikişînin. Nikarin wisa bi hêsanî qeyûman tayîn bikin. Ji ber ku gelê kurd li ber xwe dide.” 
 
‘EM Ê RÊ NEDIN QEYÛMAN’
 
Ceyda Dundar jî destê MHP’ê dirêj kirî weke “destê hilweşînê” pênase kir û wiha got: “Ji bo tunekirina bawerî û têkoşîna gelê kurd polîtîkaya qeyûm meşandin. Lê gelê kurd nîşan da ku li her qadê heye. Hûn nikarin bi tayînkirina qeyûman îradeya me tune bihesibînin. Ev ax axa me ye û em ê xwe birêve bibin. Em ê bi tu awayî rê nedin qeyûm.” 
 
‘DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE’
 
Enver Aslan jî got ku qeyûm bêhiqûqtî ye û wiha bi dawî kir: “Dîktatoran qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Nikarin îradeya gel ji dest bigirin. Bi sala ye hebûna gelê kurd înkar dikin. Piştre jî li Meclisê dibêjin ‘kurd û tirk bira ne.’ Biratiya wiha nabe. Em qebûl nakin. Divê her kes dengê xwe bilind bike û têbikoşe.”