Rapora ÎHD’ê ya girtîgehên Herêma Marmarayê: Di 3 mehan de hezar û 525 binpêkirin

  • rojane
  • 14:53 6 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora xwe ya girtîgehên Herêma Marmarayê eşkere kir. ÎHD’ê got ku li 23 girtîgehan di nava 3 mehan de hezar û 525 binpêkirinên mafan hatine kirin û wiha got: “Li Girtîgeha Îmraliyê 154 binpnêkirinên mafan hatin kirin.” 

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenboolê rapora xwe ya “Binpêkirinên Mafan ên li Girtîgehên Herêma Marmarayê” a mehên tîrmeh, tebax û îlonê eşkere kir. Rapor, li avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê hate ragihandin. 
 
Rapor, ji hêla Seroka Şaxê Gulseren Yolerî, endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê û Mehmet Acettîn ve hate xwendin. 
 
LI 23 GIRTÎGEHAN SERLÊDAN HATIN KIRIN
 
Di nava girtîgehên serlêdan kirin Girtîgeha Kampusê ya Marmara/ Sîlîvriyê, Girtîgeha Tîpa E ya Kirklareliyê, Girtîgeha Karatepe ya Çorluyê, Girtîgeha Hejmar 1 û Hejmar 2 ya Tîpa F a Kandirayê, Girtîgeha Tîpa Hejmar 1 û Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê, Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê, Girtîgeha Kandirayê, Girtîgeha Umraniyeyê, Girtîgeha Kocatepe ya Çorluyê, Girtîgeha Paşakapisiyê, Girtîgeha tîpa T a Bolvadînê, Girtîgeha Tîpa S a Kavak a Samsûnê, Girtîgeha Hejmar 1 a Suluca ya Edeneyê, Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê, Girtîgeha Erzînganê, Girtîgeha Beşîkduzu ya Trabzonê, Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, Girtîgeha Tîpa T a Bolvadînê, Girtîgeha Tîpa T a Çîlîmlî ya Duzceyê û Girtîgeha Jinan a Rusava ya Iraqê hene. 
 
Di raporê de hate gotin ku ji destpêka meha cotmehê heta niha li seranserî welêt 15 hezar û 521 jin, 3 hezar û 512 zarok û 5 hezar û 321 kesên temenê wan bi ser 65 saliyê re bi giştî 362 hezar û 422 kes niha di girtîgehê de ne. Di raporê de hat diyarkirin ku 13 jê ji Herêma Marmarayê bi giştî ji 23 girtîgehan di meha tîrmehê de 26, di tebaxê de 12, di îlonê de 25 û bi giştî 63 serlêdan hatine kirin û ji van serlêdanan 46 jê ji girtîgehên Herêma Marmatayê hatine kirin. 
 
HEZAR Û 525 BINPÊKIRINÊN MAFAN
 
Bi domdarî hat destnîşankirin ku li gel 320 binpêkirinên mafan ên li ser çapemeniyê tespît kirine, di encama 63 serlêdanan de li girtîgehên Marmarayê 984 binpêkirin hatine tespîtkirin û di encama serlêdanên ji girtîgehên derveyî Herêma Marmarayê jî 221 binpêkirin hatine tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin kul ji destpêka herêma cotmehê heta niha li seranserî welêt 15 hezar û 521 jê jin, 3 hezar û 512 jê zarok, 5 hezar û 321 jê kesên bi ser 65 salî re bi giştî 362 hezar û 422 kes di girtîgehê de ne. Li girtîgehên behsa xeberê bi giştî hezar û 525 binpêkirin hatine tespîtkirin.
 
BINPÊKIRINÊN LI ÎMRALIYÊ
 
Hat gotin ku ji 320 binpêkirinên mafan ên Herêma Marmarayê yên li ser çapemeniyê hatine tespîtkirin 115 jê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hatine kirin ku ji redkirina serlêdanên ji bo hevdîtina bi parêzer û malbatê pêk tên. 
 
BINPÊKIRINÊN LI GIRTÎGEHÊN MARMARAYÊ 
 
Di raporê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê wiha hatin rêzkirin: 
 
“*Têkildarî mafê jiyanê 15 binpêkirin; têkildarî îşkence, derbkirin, muameleya xerab û tevgerên biçûkxistinê 256 binpêkirin û têkildarî mafê tenduristiyê jî 360 binpêkirin hatine kirin. 
 
*Têkildarî mafên xwarinê, xwarina bitendurist, peydakirina ava paqij û pêşwazîkirina pêdiviyên lixwenihêrtina taybet 105 binpêkirin; têkildarî mafê ragihandinê û tecrîdê 131 binpêkirin; têkildarî girtina neheq, darizandina adilane û tiştên di dema înfazkirina cezayê de jî 74 binpêkirin hatin kirin. 
 
*Di mijara mafê xwegihandina edaletê de 41 û têkildarî mafên greva birçîbûnê û mafên girêdayî wê de jî 2 binpêkirin hatine kirin.”
 
Binpêkirinên di raporê de cih digirin lê li girtîgehên derveyî Herêma Marmarayê qewimîn jî wiha hatin rêzkirin: 
 
BINPÊKIRINA MAFÊ JIYANÊ
 
“*Têkildarî mafê jiyanê 7; têkildarî îşkence, derbkirin, muameleya xerab û nêzikatiyên biçûkxistinê jî 78 binpêkirin hatine kirin. 
 
*Li dijî mafê tenduristiyê 40 binpêkirin; li dijî mafê xwarin û xwarina bitendurist û xwegihandina ava paqij û pêşwazîkirina pêdiviyên lixwenihêrtina taybet jî 29 binpêkirin hatine kirin. 
 
*Têkildarî mafê ragihandinê/tecrîd 44 binpêkirin; têkildarî girtina neheq, daxwaza darizandina adilane û pêvajoya di dema înfazkirina cezayê de 10 binpêkirin; têkildarî xwegihandina edaletê 12 binpêkirin û têkildarî greva birçîbûnê û mafên girêdayî wê jî binpêkirinek hatiye kirin.”