Xelkê Êlihê li dijî qeyûm li ser pêya ye: Em ê teqez bi ser kevin

  • rojane
  • 14:10 6 Mijdar 2024
  • |

ÊLIH - Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê, bi beşdariya hezaran kesan ji sê aliyan ber bi şaredariyê ve meş hat lidarxistin. Di meşê de peyama “Em li vir in, li ser pêya ne, dê li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser kevin hate dayin.”

Çalakiyên protestokirina tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê di roja sêyemîn de berdewam in. Girseyên ku li Parka Yilmaz Guney, Taxa Kulturê û Cadeya Seyîd Bîlal hatin gel hev, ji sê milan ve bi dirûşmên “Qeyûm ji Kurdistanê bicehime” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” dest bi meşê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, aktîvîstên TJA’yê, ESP û nûnerên gelek rêxistina civaka sivîl di meşê de cih girtin. Girse ji sê milan ve ber bi Cadeya Gulistanê ve meşiya.
 
CIWAN BI DIRÛŞMAN TEV LI BÛN
 
Girseya li Taxa Kulturê hate gel hev, bi dirûşm, çepik û tililiyan ber bi Xaçerêya Basinê ve meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, "Kurdistan dê ji faşîstan re bibe goristan”, “Bijî berxwedana gele kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. Ciwan jî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” beşdarî meşê bûn. Welatiyên derdorê jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Girseya gihiştî Xaçerêya Basinê, berê xwe dan noqteya polîsan û anonsa “Hişyarî hişyarî, şaredariya me vala bikin” kirin. 
 
‘QEYÛMÊ DIZEK’
 
Girseya ku Bayindir jî tê de cih digirt jî li Parka Yilmaz Guney kom bû. Girseyê li vir dest bi meşê kir û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “ Bê Serok jiyan nabe”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Her ku meşvan nêzî noqteya hevdîtinê bûn, welatî û ciwanên li derdorê jî bi korne, nîşaneyên serkeftinê û tililiyan piştgirî dan. Dema girse gihiştî noqteya hevdîtinê jî bi yek dengî dirûşma “Qeyûmê dizek” berz kirin. 
 
JIN BI NÎŞANEYA SERKEFTINÊ TEV LI BÛN
 
Girseya li pêşiya Gok Taksî ya li ser Cadeya Seyîd Bîlalê civiyayî jî bi dirûşman dest bi meşê kir. Welatiyan bi tililî û çepikan piştgirî dan. Meş, heta Cadeya Gulistanê domiya. Hevşaredar Gulistan Sonuk jî di nava meşvanan de cih digirt û eleqeyeke zêde ya jinan hebû. Ji 7 salî heta 70’ê salî gelek jin û ciwan beşdarî meşê bûn. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Sabahat Erdogan Saritaş li Xaçerêya Basinê daxuyaniyeke kin da û got: “Heta ku ev biryara bêhiqûqî û qirêjî ku îradeya gelê kurd nas nake paşve neyê kişandin dê gelê Kurdistanê li ser pêya be. Em ê bi berxwedana xwe bi ser kevin. Em li vir in, li ber pêya ne û dê li ber xwe bidin. Em ê teqez bi ser kevin.” 
 
Bi hezaran kesên li Xaçerêya Basinê hatin gel hev dirûşm berz kirin. Berxwedana gel a li dijî qeyûm berdewam e.