Ji bo meşa li dijî qeyûm a li Amedê banga tevlibûnê hate kirin

  • rojane
  • 12:57 4 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - TJA, DBP û DEM Partiyê ragihand ku dê li dijî tayînkirina qeyûm a li şaredariyên Êlih, Mêrdin û Xelfetiyê li Semta Ofîsê ya Amedê saet di 15.00’ê de meşê li dar bixin û banga tevlibûnê kirin. 

Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê qeyûm tayîn kir. Tayînkirina qeyûman dê li Amedê bi meşekê were protestokirin. Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Amedê têkildarî meşê daxyanî dan. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di daxuyaniyê de wiha got: “Di sed salên komarê de her deh salan carekê ji bo dîzaynkirina demokrasiya welêt derbe dihatin kirin. Aqilê dewletê yê ku naxwaze pirsgirêka kurd a 100 sal in didome çareser bike, serî li gelek rê û rêbazan da. Ji sala 2016’an ve jî li dijî îradeya siyasî ya gelê kurd darbeyan dike. Qeyûman tayîn dike. Armanca wan ew e ku polîtîkayên pişaftinê temam bikin. Ji ewil li Colemêrgê piştre jî li Esenyurtê qeyûm tayîn kirin. Me dît ku aqilê pergalê qet neguherî ye.” 
 
‘MANTIQA DARBEYÊ DIDOME’
 
Şahîn, destnîşan kir ku di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an de dîsa derbe hatiye kirin û wiha pê de çû: “Em dibînin ku îktîdara siyasî ji bo domandina aqilê dewletê darbe kir. Em ji îktîdara siyasî re dibêjin ku pirsgirêka herî girîng a vî welatî aştiyeke birûmet e. Hem pêvajoyekê didin destpêkirin hem jî darbeya qeyûm dikin. Ev yek nîşan dide ku hûn jidil nînin. Em ê li dijî vê bisekinin û gelê me dê li dijî darbeya qeyûm îradeya xwe nîşan bide.” 
 
MEŞ DÊ SAET DI 15.00’Ê DE BÊ LIDARXISTIN
 
Şahîn, wiha domand: “Em ê li dijî vê darbeya siyasî ya faşîst, tevî gelê Amedê em ê li ji pêşiya AZC Plazayê ya li Ofîsê heta Qada Şêx Seîd bimeşin. Em dixwazin ku hemû sazî û gel tev li bibe. Ev gel dê bi tu awayî rê nede pergala qeyûm. Em ê îro saet di 15.00’ê de li pêşiya AZC ya Ofîsê kom bibin û ber bi Qada Şêx Seîd ve bimeşin. Em hemû gelê xwe vedixînin meşê.” 
 
Piştre jî Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray axivî û got ku şaredarî aydê gel in. Yaray, got ku divê her kes li dijî faşîzma AKP-MHP’ê dengê xwe bilind bike û banga tevlibûna meşê kir.