Dosyaya ku biryara neşopandinê hatibû dayin kirin hinceta tayînkirina qeyûm

  • rojane
  • 11:34 4 Mijdar 2024
  • |
img

MÊRDÎN - Derket holê ku ji bo dosyaya weke hinceta tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hatiye nîşandan, di meha tîrmehê de biryara neşopandinê hatiye dayin. 

 
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî yên Rihayê qeyûm tayîn kir. Wezaretê, ji bo tayînkirina qeyûm a li şûna Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî dosyayên jê tê darizandin weke hincet nîşan da. 
 
Wezaretê di daxuyaniya xwe de têkildarî Ahmet Turk got; “Di çarçoveya Dosyaya Kobanê ya bi hejmara 2021/6’ê de 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê ya çekdar 10 sal cezayê hefsê daye, b) di çarçoveya dosyaya hejmar 2022/142’yê de 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ji ber sûcê propagandaya rêxistina terorê doz vekiriye û hêj didome c) Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di çarçoveya dosyaya lêpirsînê ya bi hejmar 2024/7685’ê de ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê lêpirsîn daye destpêkirin û hêj didome û bi vê sedemê...” 
 
Lê belê derket holê ku têkildarî dosyayên wezaret qala wan dike, agahiyên spekûlatîf tên parvekirin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; cezayê di Doza Kobanê de li Ahmet Turk hatiye birîn hêj di qonaxa Dadgeha Bilin de didome, 14’emîn Dadgeha Cezayên  Giran a Enqereyê ji bo dosyaya bi hejmar 2022/142’yê du caran biryara “Taloqkirina teqîbatê” daye, Buroya Sûcên Parlamenterê îdianame amade kiriye û dosya ev 13 sal in didome. Parêzer Erdal Kuzu da zanîn ku darizandineke dubareyî ye û dema demborînê ya di dosyayê de demekî pir dirêj berê temam bûye. 
 
Her wiha hat zanîn ku di dosyaya bi hejmar 2024/7685’ê a Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê a wezaret qala wê dike de jî di 24’ê tîrmeha 2024’an de ji bo Ahmet Turk biryara “Neşopandinê” hatiye dayin. 
 
MA / Ahmet Kanbal