Operasyona leşkerî ya li Pîranê didome

  • rojane
  • 14:18 30 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Operasyona leşkerî ya piştî biryara qedexeyê ya 5 herêman li Pîranê hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome. 
 
Operasyona leşkerî ya piştî biryara qedexeyê ya 5 herêman li Pîran a Amedê hatiye destpêkirin di roja duyemîn de didome.  Yekîneyên taybet tev li operasyonê hatin kirin û di çarçoveya operasyonê de gelek gund hatin dorpêçkirin. Operasyona li gundên Tonekrag, Herêdo, Şingirîka Corîn û Şingirîka Cêrîn û Bahroyê berdewam in. Hat zanîn ku welatiyên dixwestin biçin nav rezên xwe û êzingan kom bikin ji herêmê hatin derxistin. Welatiyan gotin ku ji ber operasyon û astengkirinan pirsgirêkan dijîn.