Şaredariya Cizîrê li taxa Sûrê bi gel re civiya

  • rojane
  • 22:02 26 Tîrmeh 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Şaredariya Cizîrê bi armanca guhdarîkirina pirsgirêkên navçeyê û daxwaz û pêşniyarên gel li taxa Sûrê bi gel re civiya. 
 
Şaredariya Cizîrê bi armanca plansazkirina pêşeroja 5 salan a navçeyê ya bi gel re li Parka Çar Kendal a Taxa Sûrê civîna gel li dar xist. Di civîna ku Hevşaredarên Cizîrê û endamên meclisê tevlibûn de welatiyan pirsgirêk û pêşniyarên xwe vegotin. 
 
Di civînê de hevşaredaran, anîn ziman ku ew ji bo pêşeroja 5 sal an diyar bikin bi gel re civînek bi vî rengî pêk anînê û ew ê navçeyê bi gel re rêvebibin. 
 
Pişt re jî welatiyên ku beşdarî civînê bûn, mafê axaftinê wergirtin û pêşniyar û pirsgirêkên xwe anîn ziman.