Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir

  • rojane
  • 16:37 30 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - 15’emîn Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê li Amedê dest pê kir. 
 
15’emîn Fûara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê ku bi hevkariya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (DTSO) û Fûartiya Mezopotamyayê tê lidarxistin, dest pê kir. 314 marka û fîrma beşdarî fûara li Fûar Mezopotamyayê û Navenda Kongreyê bûn. Fûar dê heta 4’ê gulanê vekirî be. 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnav, Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya, Serokê Borsaya Bazirganiyê yê Amedê Engîn Yeşîl, Serokê Lijneya Rêveber a Herêma Pîşesaziya Organîze ya Amedê (OSB) Mûstafa Fîdan û nûnerên gelek odeyên pîşesaziyê û rêxistinên civaka sivîl tev li fûarê bûn. 
 
Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya di vekirina fûarê de got ku ya dikeve ser milê wan ew e ku erdnîgariya çandiniyê, gastronomiya çandiniyê û turîzma çandiniyê pêş bixin. Kaya, diyar kir ku ew dixwazin vê nirxê ji nifşên pêşerojê re bihêlin. 
 
HATUN: EM Ê PIRSGIRÊKÊN XWE BI HEV RE ÇARESER BIKIN 
 
Hevşaredar Dogan Hatun jî diyar kir ku ev 8 sal in şaredarî di destê qeyûman de ne û texrîbata wan çêkirî li ber çav e. Hatun anî ziman ku ew ê tevahiya pirsgirêkan li gel rêxistinên civaka sivîl û bi hev re çareser bikin. Hatun, wiha bi dawî kir: “Xaka Mezopotamyayê niha jî gelek berhemdar e. Amed jî wisa ye. Lewma cara ewil genim li vê xakê hate çandin. Ev nêzî 30-40 sal in xelkê me ji kêlandina axê dûr ketiye. Ev polîtîkaya dewletê bû. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em ê bixebitin û tişta ji dest tê bikin.”