Orhan Can piştî 30 salan hate berdan

  • rojane
  • 14:37 30 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Orhan Can ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dihat ragirtin û 30 sal bûn di girtîgehê de, hate berdan. 
 
Orhan Can (52) ê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê dihat ragirtin, piştî 30 salan cezayê xwe înfaz kirî duh hate tehliyekirin. Can, di sala 1994’an de li Mêrsînê hate binçavkirin û li Dadgeha Ewlekariya Dewletê (DGM) ya Amedê hate darizandin. Dadgehê, bi îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” 36 sal cezayê hefsê li Can birî. Can, di vê pêvajoyê de li girtîgehên Amed, Semsûr, Êlih, Îzmîr, Sêwereg, Riha û herî dawî jî li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê ma. 
 
Can, li ber deriyê girtîgehê ji hêla malbata xwe ve hate pêşwazîkirin û bi hev re derbasî bajarê xwe Amedê bûn.