Ji ber qutkirina ceyranê ya DEDAŞ’ê, şitil ziwa bûn

  • rojane
  • 14:23 30 Nîsan 2024
  • |
img
RIHA - Corkar Şukru Îpek destnîşan kir ku ji ber DEDAŞ’ê ceyran li ser wan qut kiriye, şitlên ku ew li ser 80 donim erd danine ziwa bûne û diyar kir ku ji ber vê yekê jî nêzî 2 milyon lîre zirara wî çêbûye.
 
Cotkarên li navçeya Sêwerega Rihayê ji ber qutbûna ceyranê mexdûr dibin. Cotkar ji ber ceyrana gelek caran qut dibe, nikarin zevî û bostanên xwe av bidin. Cotkar Şukru Îpek ê li taxa Altûnaxûrê debara xwe bi cotkariyê dike, anî ziman ku ew berî hefteyekî li ser 80 donim erd şitlên bacanan daniye. Îpek û da zanîn ku ji ber qûtbûna ceyranê ew nekariye avdaniyê bike û got ji ber qutbûna ceyranê jî şitlên bacanan ziwa bûne. 
 
DÊ GILÎ BIKE
 
Îpek derbarê bûyerê de wiha axivî: “DEDAŞ heqaretê li me dike. Ev hefteyeke em nikarin şitlên ku me nû danîbûn av bidin. Em nikarin derman jî bikin. Ji ber piraniya wan ziwa bûn, me jê kir û avêt. Min nêzî 2 milyon lîre mesref kir û biraniya vî pereyî jî qer e. Ez perîşan bûm.” Îpek xwest ji ber zirara xwe ya zêde, piştgiriya wî were kirin. 
 
BANGA ÇARESERKIRINA ‘ZILMA DEDAŞÊ’ 
 
Ji parêzerên cotkarên ku mexdûr bûne Sabrî Gungen diyar kir ku “zilma” DEDAŞ’ê ya li ser cotkaran ev demekî dirêj e didome û wiha axivî: “Muwekîlên me mexdûr in. Piraniyê şêniyên li vê derê debara xwe bi çandiniyê dikin. DEDAŞ bi qutkirina ceyranê çandiniyê asteng dike. Şitil hatin danîn lê belê ji ber av tune ziwa bûn. Divê tiştên hatine çandin werin avdan. Nexwe dê hezaran donim erd ziwa bibe. Mudaxileyekî lezgînî pêwîst e. Divê rayedar li dijî zilma DEDAŞ’ê rabin. Hewldanên me yên hiqûqî bêencam dimînin.”
 
Gunger destnîşan kir ku ew ê derbarê rayedarên DEDAŞ’ê de giliyê bikin.