Doza OHD û TUAD’ê hate taloqkirin

  • rojane
  • 13:54 30 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Danişîna doza ku 11 parêzerên OHD’ê û 38 endamên TUAD’ê jê tên darizandin, bi hinceta ku dozger mutalaa amade nekiriye hate taloqkirin. 
 
Danişîna doza ku 11 parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  û 38 endamên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAD) a hatiye girtin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Parêzerên tên darizandin tev li danişînê nebûn lê parêzerên wan amade bûn. 
 
Dihat payîn ku dozger mutalaaya xwe pêşkeş bike lê dozger got ku hêj amade nekiriye. Dadgehê di danişîna din de ji bo guhdarîkirina hinek şahidan biryar dabû lê ji ber ku nehatin peydakirin, lê nehat guhdarîkirin. 
 
Şandeya dadgehê ji bo dozger mutalaaya xwe amade bike û li şahidan were guhdarîkirin, danişîna dozê taloqî 4’ê tîrmeha 2024’an kir.