Şahidên îtîrafkarî îtîrafkar derewandin

  • rojane
  • 13:21 30 Nîsan 2024
  • |
img
AMED - Kesên ku îtîrafkar Umît Akbiyik digot parêzerê binçavkirî Burhan Artan li ser fermana “rêxistinê” parastina wan li xwe girtiye, di danişînê de Akbiyik derewandin.
 
Li ser îfadeyên îtîrafkar Umît Akbiyik ên derheqê 671 kesan de ku siyasetmedar, hunermend, rojnameger û parêzer jî di nav de ne, derheqê gelek kesan de doz hatin vekirin. Yek ji van jî parêzer Burhan Arta ye. Darizandina Arta dest pê kir. 
 
Danişîna doza Arta ku bi îdiayên “Li ser fermana rêxistinê li dosyaya kesên bnçavikirî nihêrtiye” û “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Arta û parêzerên wî Riza Polat û Mehdî Ozdemîr di danişînê de amade bûn. Parêzerên komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Baroya Amedê, parlamenterên DEM Partiyê Sevîlay Çelenk û Adalet Kaya jî tev li danişînê bûn. 
 
Arta li dijî îdiayan parastina xwe kir û got: “Ez van îdiayan red dikim. Ev tişt têkiliya di navbera parêzer û miwekîl de ye. Sûce ku bi darê zorê van tiştan li vir bi min bidin vegotin. Ev tişt fealiyetên pîşeya parêzertiyê ne.” 
 
BI TEVLIBÛNA KONGREYA PARTIYA XWE HATE SÛCDARKIRIN 
 
Serokê dadgehê pirsa tevlibûna sê çalakiyên di îdianameyê de cih digirin kir û Arta jî wiha got: “Min di rêveberiya DBP’ê de cih girt. Ji min re dibêje ‘tu çima tev li kongreya DBP’ê bû?’ Ez rêveberê wê derê me bêguman dê tev li bibim. Ya din jî daxuyaniya baroyê ya piştî binçavkirina hempîşeyên min e. Ev, çalakiyên demokratîk in û dikevin çarçoveya azadiya fikr û raman.” 
 
Îtîrafkar Umît Akbiyik jî li ser SEGBÎS’ê tev li danişînê bû û îfadeyên xwe dubare kir. 
 
Şahidên di danişînê de lê hatine guhdarîkirin jî îfadeyên Akbiyik derewandin. Şahid H.B. ku tê îdiakirin li ser fermana “rêxistinê” Arta dosyaya wî girtiye, da zanîn ku dayika wî Arta girtiye. Şahid Z.B. ku kurê wî hatibû binçavkirin jî got ku hevjîna wî Arta girtiye. M.C. jî da zanîn ku piştî binçavkirina pismamê wî, xizmên wî parêzer Arta girtine. 
 
JI WEZARETA DADÊ DESTÛR NEHAT GIRTIN 
 
Dozger xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Parêzerê Arta, Ozdemîr jî bal kişand ser xeletiyên usûlê yên di dosyayê de. Ozdemîr got ku diviyabû ji bo lêpirsînê ji Wezareta Dadê destûr bihata girtin lê ev destûr nehatiye girtin. Ozdemîr, bi lêv kir ku di dema binçavkirinê de jî lêgerîn bi awayekî derusûlî hatiye kirin û dozger tune bû. 
 
Ozdemîr, got ku îtîrafkarê şahid Umît Akbiyik gumanbarê dosyayê ye lewma ji bo xwe ji cezayê xelas bike îfadeyên dide. Ozdemîr, diyar kir ku îfadeyên Akbiyik bêbingeh û razber in û divê esas neyên girtin. Ozdemîr beraeta miwekîlê xwe xwest.
 
'TÊKOŞÎNA MAF HEDEF TÊ GIRTIN’
 
Parêzer Riza Polat jî da zanîn ku oprasyonên li ser îfadeyên Akbiyik hatine destpêkirin re têkoşîna mafên civakî hedef tên girtin. Polat, daxwaza beraeta miwekîlê xwe kir. 
 
Dadgehê biryar da ku kontrola edlî ya li ser Arta bê rakirin û danişîn taloqî 5’ê îlonê kir.